Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji çapemenî û raya giştî re! 

1. Di 24’ê Tebaxê li Dersim li dijî Girê Koordîne ku di navbera navçeyên Qişle û Pilumurê ye bi daxistinan ji aliyê Artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin.Yekîneyên operasyonê ku faaliyetên lêgerînê meşandin, hîn jî li eraziyê yekîneyên bi tevger faaliyetên keşif û kemîn avêtinê dimeşînin.

 

2. Di 24’ê Tebaxê de li Mûşê li dijî derdorê gundên Tatan, Gundmîro û Înalî ku bi ser Gimgimê ye ji aliyê Artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî yên dijmin li herêmê faaliyetên keşîf û kemîna dimeşînin.

3. Di 24’ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-16.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Cîlo ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 22’ê Tebaxê de li Êlihê li dijî herêmên Sêgira, Çiyayê Biçûk, Çiyayê Mezin û Kanî Tûyê ku bi ser Sasonê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 24’ê Tebaxê de bê encam paşde vekişiya ye.

25 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG