Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Artêşa TC a dagirker roja 24'ê Cotmehê saet 03:30'î li derdora gundê Bekan ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê wextekê yekîneyên dijmin ên derketin operasyonê şopandin û di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 09:20'î li baskekî operasyonê xistin.

Ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

2. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 30'ê Cotmehê saet navbera 17:00-18:00 û 21:00-21:30'î bombe li gundên Bêbadê û Kanî Mazî yên bajarokê Çemankê yê Duhokê barandin. Mizgeftek û gelek xanî ji ber bomberdûmanê xera bûn û xisar gihîşt dehl û rezên gundiyan.

Roja 31'ê Cotmehê saet navbera 15:00-20:00 balafirên şer dem bi dem bombe li mintiqeya Tepê Sor a li herêma Basya ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

 

1’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê