Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh kirin. Li gorî vê yeke;

3'ê Hezîranê saet 23:30'î, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Korûcû yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahî bi dest neket. Wesayitên zirxî piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hatin herêmê û hêzên me roja 4'ê Hezîranê saet 00:30'î li çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.

4'ê Hezîranê saet 04:30'î, artêşa TC a dagirker li derdora gundê Serero yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Hêzên dagirker li gund derketina derve qedexe kirin û dor li gund girtin. Hêzên me sibeha heman rojê li ser rêya Serero û Şapatanê, li dijî leşker û wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de derb li wesayita zirxî hate xistin, lê li ser leşkerên mirî û birîndar agahiyek zelal bi dest neket. Di heman demê de wesayitên zirxî yên dagirkeran li nêzî gundê Serero li leşkerên xwe reşandin û gelek leşker birîndar bûn. Hêzên dagirker termên leşkerên xwe û yên birîndar bi wesayitên zirxî û helîkopterên bi tîpa Skorsky rakirin navenda Geverê.

2. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me çalakiyên berfireh li dijî dagirkeran kirin. Li gorî vê yekî;

5'ê Hezîranê saet 16:50'î, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li cihekî navbera Tabûra Zivingê ya herêma Findikê û Girê Guvenlîk, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê kirin. Di heman demê de derbên giran lê hatin reşandin û wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Saetekê piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi desteka wesayitên zirxî, tank û helîkopterên bi tîpa Kobra, termên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

Hêzên me heman rojê saet 17'an li mintiqeya Deriyê Beroj ê li herêma Besta ya Şirnexê, li dijî yekîneyek artêşa TC a dagirker ku li girê Deriyê Eyşêdînkê ya ji bo ewlekariya qereqola nû hatiye çêkirin, çalakiyek kirin. Ji 6 baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa atak, termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

4'ê Hezîranê saet 16:30'î, hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Mahsertê Fafê ya li navçeya Mahsert a Mêrdînê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Hezîranê saet 17'an, li dijî qereqola Çîçeklî ya li navenda Dersimê çalakiyek kirin. Derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder a li nava qereqolê hate xistin û di vê çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya, leşkerekî dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdora qereqolê hate reşandin.

4. Artêşa TC a dagirker ev demeke li derdora gundên Gundê Mezra, Xisrokê, Tûg û Kurtika yên navçeya Tetwan a Bedlîsê bi alîkariya kontrayan daran dibire. Hêzên me gelek caran hişyarî dan, lê van kontrayan dest ji birîna daran bernedan. Roja 5'ê Hezîranê saet 17'an hêzên me li van kontrayan xistin. Li ser hejmara kontrayên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket.

5. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 5'ê Hezîranê saet navbera 22:00-00:00 bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Bomberdûman li qadên Saca û Sida yên Zapê, Adilbeg a Avaşînê, Gundê Guzê û Hefttebax ên Garê, Şêx Zadê ê Xakurkê û Kozinê yê Qendîl hate kirin.

 

6’ê Pûşberê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê