Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 11'ê Gulanê saet 19:10'an li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xistin.

Ji çar aliyan ve li kozik û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û 2 stargeh hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 11 leşkerên dijmin hatin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 12'ê Gulanê li devera Şehrîban ya girêdayî Bestayê çalakî pêk hat. Di encamê de li Girê Deriyê Sêvo eskerek artêşa Tirk hat kuştin.

Heman rojê gerîlla li dijî eskerên li Girê Deriyê Beroj bicih bûne jî çalaiya suîkastê lidarxistin, lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

3. Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê li dar e, hêzên me 12'ê Gulanê saet 22'an li nêzî deriyê sînor ê Dîlûcû yê navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya li dewriyê digeriya çalakiyek kirin. Derbên giran li wesayita zirxî hatin xistin û di encamê de wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

4. Êvara 11'ê Gulanê saet 17'an, hêzên me li dijî kontrayên ku hewl didan rêya ewlekariyê ji bo bendava Ilisû ya li herêman Findikê ya li çiyayê Gabarê çêbikin, çalakiyek kirin. Hêzên me li dozereke ku rê çêdikir xistin. Di encamê de dozer hate rûxandin û kontrayekî tê de hate kuştin.

5. 11'ê Gulanê saet 17'an, li dijî qereqola Memîra ya li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyek hate kirin. Hêzên me derbên xurt li çepereke qereqolê xistin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

 

13’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê