Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. 10'ê Nîsanê saet 12:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê dagir kir, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên giran li dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Heman rojê saet 14:40'î hêzên me li ser girê Lêlikanê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

 11'ê Nîsanê (îro) saet 09:30'î hêzên me li girê Lêlikanê dîsa li hêzên dijmin xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û li çeperekê teqînekê rû da. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

2. 10'ê Nîsanê saet 12:30'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li qada Mêrgelo ya herêma Şêx Cuma ya Bedlisê tevdigeriyan, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me êvara heman rojê saet 20:30'î li dijî heman yekîneyê vê carê li geliyê Şehîd Adil çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

3. 1'ê Nîsanê saet 07:00'î hêzên me li dijî xeta santrala termîk a li navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de dîrekê xetê hate rûxandin.

 

11’ê Nîsanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG