Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

 1. 12'ê Mijdarê, yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker li girekî nêzî gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê bi cih bû. Hêzên me, yekîneya dijmin a li ser gir kontrol kirin û piştî kontroleke demdirêj, roja 13'ê Mijdarê saet di 17:00 de li yekîneya dijmin xistin.

Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker bi wesayitên sivîl, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin û bi obus û hawanan bombe li herêmê barandin. Hêzên dijmin ên derb xwarin, 14'ê Mijdarê li herêmê dest bi operasyonê kirin û ev operasyon 15'ê Mijdarê bi rengekî bê encam qediya.

2. 19'ê Mijdarê helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk bombe li herêma Demîrkapi ya li navçeya Bazîd a Agiriyê barandine.

 

20'ê Mijdarê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG