Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

 

1. Di nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 7’ê Mijdarê saet 19.00’an di navbera Şirnex û gundê Avkamasiyan de, bi ser yekîneyeke dijmin de, ku kontrola rê dikirin, çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de kule hedef hate girtin, di encama derbên serkeftî de du kontra hatin kuştin.

2. 1’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Mala Çalê, Cumatê, Şêlima  yên Farqîna Amedê û Zilek a Hezroyê operasyon dane destpêkirin. 3’yê Mijdarê operasyon bê encam vekişiya.

3. 4’ê Mijdarê saet 01.30’an li Bedlîsê, li nêzî gundê Qesrikê hêzên me yên gerîla û yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker li raste hev hatin û hêzên me bi dijmin re ketin şer. Di şer de ji leşkerên dagirkeran çend hatin kuştin û çend birîndar bûn baş diyar nebû. Di vî şerî de hevrêyê me Bahoz li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me wiha ye;

Nasnav: Bahoz Argeş

Nav û Paşnav: Nûrettîn Çeken

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Melehat - Kenan

 Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs /4’ê Mijdara 2017

Bahoz – Nurettin Çeken

 

8'ê Mijdarê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê