Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê çalakiyên berfireh li dijî artêşa TC a dagirker kirin. Li Şemzînanê hêzên me li çar qereqolan xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin di encamê de 2 jê cerdevan bi giştî 21 leşkerên dijmin hatin kuştin. Li Bazîdê jî leşkerekî dijmin hate kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne: 

2'ê Mijdarê saet di 05:50 de, li Şemzînanê li hemberî qereqola Çeman û nîzamiya wê, li dijî qereqolên Begijne û Bêlutayê, çalakiyeke berfireh hate kirin. Hêzên me bi çekên giran li qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta xistin û ji sê baskan ve êrîş birin ser nîzamiya qereqola Çemanê.

Piştî ku bi katyûşa, hawan, doçka û çekên nîv otomatîk li çeperên qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta hate xistin, hêzên me ji sê baskan ve avêtin ser nîzamiya qereqola Çemanê, ketin nava çeperan û li çeperên leşkerên Tirk li wan dan. Baskê destpêkê avêt ser hemû çeperên dijmin, hemû çeper îmha kir û di encamê de hemû leşkerên di çeperan de hatin kuştin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li wesayitên zirxî û çeperên li nîzamiyeyê xist. Bi derbên xurt wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra û gelek wesayitên sivîl hatin rûxandin. 4 leşker û 2 cerdevanên di hundirê van wesayitan de bûn hatin kuştin. Ji ber gulerşandinê agir bi gelek çeperan ket. Piştî ku li çeperan hate dayin, ev baskê me yê çalakiyê ber bi çeperan ve çû û çeper yek bi yek îmha kir.

Hêzên me li nîzamiya feth kir, nekarî hejmara zelal a miriyan tespît bikin, lê li van çeperan çûn ser cenazeyên 19 leşker û 2 cerdevanan. Li vê derê çekek G-3 û Kalaşnîkovek desteser kirin. Hêzên me yên avêtin ser nîzamiya dijmin, nîzamiye şewitandin û piştî çalakiyê vekişiyan.

Qereqolên Çeman, Begijne û Bêlutayê jî bi çekên giran hatin bêtesîrkirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di vê çalakiya berfireh de, hevrêyên me Elîşêr, Andok, Rojhat, Şaho û Stêrk ku bi rêbazeke fedayî bi ser leşkerên dijmin ve çûn û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer, tank, top û hemû teknîka di destê xwe de bombe li herêmê barand. Di vê bomberdûmanê de windahiya me çênebû û berevajî îdîayên Fermandariya Giştî ya Tirk 54 windahiyên me çênebûn. Di çalakiya serdegirtinê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Di vê çalakiyê de ku hejmara kuştiyên dijmin gelekî zêde ye, Fermandariya Giştî ya Tirk ragihand ku 8 kuştiyên wan heye û dewleta AKP'ê jî bi derewan ragihand ku di êrîşa hewayî de hêzên me windahiyên giran daye. Bi vê derewê hewl da vê çalakiya bi heybet a hêzên me veşêrin. Dewleta AKP'ê ku bi vê armancê tevahiya medya xwe xiste nava liv û tevgerê, tê dîtin ku hewldanên wê vala ne.

Nasnameya hevalên me yên bi fedayî şer kirin û şehîd ketin wiha ye:

 

Nasnav: Andok Ertûş

Nav paşnav: Ethem Dalga

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulê-Kerîm

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

Andok – Ethem Dalga        

Nasnav: Elîşêr Xoşmêr

Nav paşnav: Alî Îsazade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Halîme-Mûhammed Emîn

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

Elişêr – Ali İsazade

Nasnav: Rojhat Ercîş

Nav paşnav: Ozcan Işik

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sevgul-Koroglû

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Rojhat – Özcan Işık 

Nasnav: Stêrk Gever

Nav paşnav: Nazli Alpdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Emîne-Îdrîs

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Stêrk – Nazlı Alpdoğan 

Nasnav: Şaho Germiyanî

Nav paşnav: Birahîm Omer

Cihê jidayikbûnê: Kelar

Dayik-Bav: Navîre-Omer

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

Şaho – İbrahim Ömer 

Hêzên me 2'yê Mijdarê saet 14.30'an di nav çarçoweya pêngavê de li Geverê, li mintiqeya Qela Perîxanê helîkoptêreke Skorskyê ji xwe re kiriye hedef, ku hewl dida leşkeran deyne. Helîkoptera ku ketî ber guleyên hêzên me bêyî ku bikaribe xwe deyne neçar maye ku ji qadê vekişe. Piştî çalakiyê hêzên dagirker mintiqeyên Qela Perîxanê û Tepê Hawar dane ber obûsan.

1'ê Mijdarê saet 15.30'an hêzên me kepçeyeke ku li nêzî girê Koordîne yê Çelê, li Tepê Ba xebatên rê dikir şewitandiye. Derbeke serkeftî li kepçeyê hatiye xistin û kepçe hatiye rûxandin. Di çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye. 

2. Artêşa TC'ê ya dagirker ev demek e li ser sînorê Gilîdax û Îranê yê Bazidê ya Agiriyê dîwaran lêdike. Hêzên me 3'yê Mijdarê berê sibehê kepçeyeke hêzên dagirker li nêzî qereqola Tûjik a Bazidê kirine hedef. Di encamê de kepçe hatiye rûxandin û 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker operasyon daye destpêkirin, gelek wesayitên zirxî û ambûlans anîne qadê. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet gihane ser cihên xwe.

 

3'ê Mijdarê 2017 

  

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê