Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Çelê ya Colemêrgê û li herêma Barzanê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

Di 11’ê Cotmehê saet di 15.10’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên ku li Geliyê Pitata yê girêdayî Girê Petrût ê Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kepçeyek hatiye îmhakirin û bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Piştî çalakiyê saet di 17.00’an de hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 11’ê Cotmehê de saet di 17.50’an de hêzên me li tîmeke sûîkastê ya yekîneya dijmin dane ya ku li qada Adil Begê ya Barzanê bi cih bûbûn. Li vê derê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

2. Di 3’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Çiravê ya Gebarê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di 5’ê Cotmehê de du helîkopterên dijmin qada Girê Dîndarê bomberdûman kirine.

Di heman rojê de yekîneyeke dijmin a ku dixwest têkeve qadê bûne hedefa hêzên me. Li vê derê bi qasî ku hatiye zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye û bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye.

Di 6’ê Cotmehê de helîkopteran qad bomberdûman kirine û operasyon berfirehtir kirine.

Di 8’ê Cotmehê de yekîneya dijmin a ku dixwest têkeve girê Şehîd Rojîn bûne hedefa hêzên me. Li vê derê bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 10’ê Cotmehê de operasyona dagirker bêyî ku encamekê werbigire ji qadê vekişiyaye.

3. Di 11’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Girê Kaplan, Gundê Pîran, Mihrê, Hozê û Girê Rizdê ya Qilebana Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon hê jî didome.

4. Di daxuyaniya di 29’ê Îlonê de me diyar kiribû 3 gerîlayên 28’ê Îlonê li devara Adil Beg a Herêma Barzan a dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê piştî têkoşînekî qehremanî şehîd bibûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Gelhat Faraşîn

Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Tûrhan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê-Bav: Guzel - Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017

Gelhat – Mehmet Şerif Turhan

Nasnav: Masûro Botan

Nav û Paşnav: Emrah Erdem

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayikê-Bav: Fatma - Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017

Masiro – Emrah Erdem

Nasnav: Pelîn Sîpan

Nav û Paşnav: Gamze Çeliîk

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayikê-Bav: Bîlcan - Aydin

Cih û Dîroka Şehadetê: Barzan /28’ê Îlona 2017

Pelin – Gamze Çelik

 

 Hevrê Pelîn Sîpan (Gamze Çelîk); li navçeya Kopê ya Mûşê di nava malbatek welatparêz û kedkar de tê dinê. Hevrê Pelîn Sîpan hê di temenê biçûk de bi rastiya gelê Kurd nas dike, di temenê ciwantiyê de bi zanîstî weke jineke Kurd tevlî nava refên gerîla dibe. Ji roja tevlî nava refên gerîla bûyî di nava artêşa YJA Starê de bûye şopdarê xeta jina azad a bi felsefeya Rêber Apo hatî afirandin û li her qadê lê têkoşîn kirî ev xet temsîl kiriye. Li dijî dijminên Kurdistan di refên pêş ên şer de cihê xwe girt û ji bo gelê Kurd û azadiya Rêber Apo têkoşîn kir.

 

Hevrê Masîro Botan (Emrah Erdem); li Êlihê di nava malbatek welatparêz de tê din. Bavê hevrê Masîro Nûrî Erdem milîsekî berê yê partiya me bû. Di sala 1998’an de şehîd bûye. Hevrê Masîro jî bûye şopdarê rêça bavê xwe û li her qadê lê mayî bi awayekî aktîf têkoşîn kir. Hevrê Masîro yê ku di ciwantiya xwe de bi awayek aktîf beşdarî têkoşînê bûye, piştî demek kurt jî tevlî nava refên gerîla bûye. Bi hêrsa tolhildanê hevrê Masîro li dijî dijmin şer kiriye. Li her qadên li nav gerîla de lê mayî li dijî hewldanên dijmin bûye yek ji hevrêyê me yê aktîf şer kiriye û heta nefesa xwe ya dawî di rêya azadiyê de meşiyaye.

 

Hevrê Gelhat Faraşîn (Mhemet Şerîf Tûrhan); li navçeya Erxanî ya Amedê hatiye dinê û ji ber cihê lê dijiya hê di temenê biçûk de rastiya faşîst a dewleta dagirker nas kiriye, karketerekî welatparêz girtiye. Hevrê Gelhat xwe li hember rastiya dijmin a li Kurdistanê negirtiye, di temenê ciwantiyê de beşdarî nava refên gerîla bûye. Hevrê Gelhat li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirkirinê bûye yek ji hevrêyên herî aktîf ku şer kiriye. Di demê nava tevgera Azadiya Kurd de bûye yek ji milîtanê herî baş ê Rêber Apo, heta nefesa dawî bi ruhekî azad şer kiriye û tevlî karwanên şehîdan bûye.

 

Weke HPG’ê di serî de sersaxiyên ji malbatên her sê hevrêyên xwe re dixwazin, em soz didin ku em ê xwedî li nirxên û berdêlên şehîdên xwe yên li dijî êrîş û dagirkeriya dewlat Tirk ên çar parçeyên Kurditanê dane biparêzin. Em ê heta dawî di şopa şehîdên azadiyê de bimeşin.

 

12'ê Cotmehê 2017 

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê