Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 4'ê Cotmehê saet di 06:40 de, li bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî leşkerên ku ewlekariya karê çêkirina rê ya ji bo qereqola Şuwê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin.

Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo bi temamî hate rûxandin. Ji leşkerên di hundirê wesayitê de bûn, 9 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi çekên giran gule li derdorê reşandin, leşkerên xwe yên mirî û birîndar saet di 08:00 de bi gelek wesayitên zirxî ji herêmê derxist.

2. Roja 4'ê Cotmehê saet di navbera 22:00 - 22:30 de, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Zendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

 

5'ê Cotmehê 2017 

 

 Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê