Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji çapemenî û rayagiştî re!

1. 8’ê Tebaxê saet 09:30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li navbera Qereqolên Girê Vacîp û Girê Çeta ya li navçeya Qilabana a Şirnexê çalakiyek lidar xistin.

Di vê çalakiyê de kepçeya ku hate hedefkirin hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin jî leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bombe kir.

2. 8’ê Tebaxê saet 19:00’an hêzên me, li dijî Qereqola Gûrînî ya artêşa Tirk a dagirker a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiya çeperên li nava qereqolê hate hedefkirin de, agahiyên zelal ên têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatin girtin.

3. 9’ê Tebaxê saet 19:10’an hêzên me wesayîtekî leşkerî ya bi tîpa Reo ya dema ber bi Girê Komando yê girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê bi pêş ve diçû kirin hedef. Di çalakiyê de wesayît hate derbkirin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker di wesayîtê de hatiye kuştin.

4. 9’ê Tebaxê saet di navbera 11:00-12:00’an de helîkopterên artêşa Tirk a bi tîpa Kobra devera Gundikremo ya Çiyayê Cûdî a Şirnexê bombe kiriye. Di encama bomberdûmana hatî kirin de şewata derketî hê jî dom dike.

5. 28’ê Tîrmehê artêşa Tirk li herêma Şehîd Xebat a girêdayî Çewligê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobra, bi obus û hewanan bombe kirin, 29’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

6. Daxuyaniya ku me 1’ê Tebaxê dabû, me diyarkiribû ku di encama şerê operasyona artêşa Tirk a li ser gundikê Simo û gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dabû destpêkirin qewimî bû, 5 hevrêyên me şehîd bibûn. Detayên têkildarî nasnameya hevrêyên me Rojhat wiha ye;

 

Nasnav: Rojhat Botan

Nav û Paşnav: Nûrettîn Kultur

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê - Bav: Fatma - Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/2’yê Tîrmeha 2017

 

Nasnav: Rojhat Botan

Nav û Paşnav: Nûrettîn Kultur

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê - Bav: Fatma - Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/2’yê Tîrmeha 2017

 

10'ê Tebaxê 2017

 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê