Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Jİ BO BIRANINA HEVAL SARYA


sehit fotoSal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.

Tabur hêjmara xwe pir bû. Ji ber vê çendê dora tepe di wextekî pir dereng de dihate me. Tabura me ji dû yekîneyan pêkdihat, yekîneyek hevalên jin û yekîneyeke hevalên xort. Ji bo vê jî, hem hevalên xort diçûn wî tepî û hem jî hevalên jin.

Demsal berbi payîzê diçû. Pelçimên daran xwe li ba dikirin û bi zerbûnê re yeko yeko diweşiyan li ser şîverê yên di himêza daristanan de. Demsaleke pir reng bû. Dar, pelçim û kulîlkên wê rengo reng bûn. Ne di destê mirovan debû ku mirov evîndarê wê werzê (mevsim) nebana. Yek jê di wê werzê de ku li cihekê pel di weşiyan, lê hinek ciha jî bi mîsogerî şilî hebû. Bi taybet jî di cihên bilind de lepên berfê, yan jî gijlokên hûr yên baranê lê dikir. Ev jî rengeke cuda ye di vê werzê de. Di nava bedewiyekê bi vî rengî em ê biçûna tepe.

Li ser hîmê çûndina me ya tepe, me hemû amedekariyên xwe kir. Ji bo komekî hevalan çi pêwîst bû, me amede kir. Em ê sê rojan li tepe bimana û pişt re daketana.

Em ber bi tepe birê ketin. Hemû hevalên tîmê yên ku bi hatana tepe, pir keyfxweş bibûn. Coşekî gelek mezin di dilê wan de hildiavêt. Ji ber roj bi çi rengî hildihat û bi çi rengî diçû ava pir xweş dihat dîtin. Lê çi dîmenekî qeşeng bû. Ew dîmenê ku derdiket holê jî, hêjayî dîtinê bû. Bi wî dîmenî, mirov wer xwe hîs dikir ku şahidiyê ji bedewiya xwezayê re dike. Xweza xwedî dîmenekê pir bedew bû.

Hinek hevalên pênûsa xwe bi hêz û ji xwezayê sirûşt digirtin, di nava tîma me de hebûn. Bi hemû bedewiya dilê xwe dixwestin ku vê bedewiyê xêz bikin di rûpelên dîrokê de. Hestên wan gelek kûr û bihêz bûn. Bê guman, ev cihên bilind jî sirûştekî mezin ji hibra pênûsê re dida. Ev jî hestên pênûsê bihêztir dikir. 

Em şeş heval bûn. Yek ji wan jî hevala Sarya bû. Hevala Sarya ji cihên bilind pir hesdikir. Yek ji hevalên ku pênûsa xwe bi hêz, hevala Sarya bû. Bê navber li ser derketin û avabûna rojê dinivîsî.  Rojaneyên xwe her roj digirt. Ji bo ku rengên bedew li rojaneyên xwe zêde bike, di nava xêz kirina jiyana rêheval û gerîllatiya xwe de, di hem wext de cih ji gelek bedewiyên xwezayê re jî dida. Lê hal ew e ku dema digihişt cihên bilind jî, ev sirûşt hîn mezintir û bi watetir dibû. Ji ber vê çendê, di rêde lezeke wê ya mezin hebû ku xwe bigihîne lûtkeyên bilind.

Berê wê bi demekê, hevala Sarya li nexweşxanê perwerdeya tendirustiyê dibîne û pişt re hatina wê ya taburê çêdibe. Demekê ji jiyana taburê dûrketibû. Pir dixwest di jiyana xwe ya gerîllatiyê de li cihên bilind bigere û hemû bêrî kirina xwe ji wan ciha re bîne ziman. 

Mejiyê wê di nava pirsan de, te di got qey asê maye. Bêyî navber ji bo her cihekê nas bike, leza firîna perperîka ku xwe diavêje ronahiyê dida nîşandan û bi qasî ji dilê wê dihat pirs dikir. Pirsên mîna, ‘‘ev tepe çiqasî bilind e, em ê di çend saetan de bigihinê, hilkişandina wê rihete an jî zor e??...’’ dikir. Tepê ku em diçûnê, ne tepeyekî pir bilind bû. Di saetek û nîv de mirov dikarîbû xwe bigihîne tepe.

Em bi hemû westandin û coşa xwe re gihiştin tepe. Piştî ku me henaseyekê kûr ji vê bedewiya xwezayê kişand, êdî saetên êvarî jî nêz dibû. Roj wê edî xatir ji cîhanê bixwestaya dor bidana tarîtiyê. Êdî kêliyên tarîtiyê zûde ketibûn li ser rûyê cîhanê. Lê weke her car stêrk bi biriqîna xwe diçirûsîn.

Wê rojê berf pir kêm bariya. Lê, di tepe de berf hebû. Berfa li serê tepe jî, bi bayekê hênik sir û seqemê bi xwe re diherikand. Ji ber wê jî, wê şevê em di mangeyên xwe de rûniştibûn. Lê ji ber sedemê berfa yekem ya zivistana 2003’an bû me didît, em pir keyfxweş bûn. Herî zêde jî hevala Sarya keyfxweş bibû. Ji ber hevala Sarya, wê vê rojê bi wêjeya dengê bedewiya xwezayê binivîsanda.

Hevala Sarya bi vê kelecana xwe rabû û li derdora tepe gerî. Di gera xwe ya li derdora tepe de hinek pincar dibîne û kom dike. Bi vê kelecanê hevala Sarya ket hundir û got; ‘‘roja me ya yekê ye em li tepe, em bi pincar xwarinê dest bi meşa xwe ya li tepe bikin ku ez vê rojê jî li gel barîna berfê di rojnivîsa xwe de binivîsim..’’

Ji derveyî xwezayê jî hevala Sarya gelekî pirs dikirin, ‘‘dema ku dijmin were em ê li kuderê bi cih bibin, kozikên ku em têde xwe biparêzin wê kîjana bin??..’’

Qada Xakurkê di sêguşeyekê deye. Milek yê wê dikeve Iraq ê, milek dikeve Îran ê û milê din jî dikeve Tirkiyê. Em jî di vê sêguşeyê de bicih bibûn. Ji aliyê kîjan hêzan de êrîşekê pêkbihata, me yê jî li gorî wê pozîsyona xwe ya pevçûnê bigirta.

Hevala Sarya jî digot, ‘‘ger amedekariyên me hebe, em ji niha de li sengerekê BKC û li yekê jî çeka Qernasê daynin..’’

Em hemû hevalên tîmê nûbûn. Ji bo fêrbûna bersiva van pirsan jî, fermandarê me çi bigotaya ew bû. Em ê ji wê  fêrî bersiva van pirsan bibûna. Li ser gelek mijarên bi vî rengî hevpeyvîn û sohbetên me li gel hev çêdibûn. Lê li himberî bûyerên ku ji aliyê xwezayê de derbikevin, em ê bi çi rengî bergira xwe bigrin di hişê yek ji me de jî derbaz nedibû. Ji bo wê jî, dema mirov li himberî serweriya xwezayê tê, mirov bi bûyerên xwezayî re rû bi rû dimîne, bê çare dibe, yan jî çi bêjim, mirov matmayî dimîne. Bûyera ku li wî tepî jî derket, bûyerekê ku qet di bala mirovan de derbaz nedibû û heta ku mirov jê bawer nedikir jî. Ji ber me hîn ne dizanî em xwe li himberî bûyerên xwezayî biparêzin.

Hevala Sarya got; ‘‘ez ê herim tepe û tepe di venêrînekê de derbaz bikim.’’.

Li ser hîmê vê hevokê ji fermandara tîma me re pêşniyar dike ku her tepe. Piştî ku ev pêşniyar ji aliyê fermandara me de hate pejirandin got; ‘‘temam serê sibê yek jê hevala Sarya û hevaleke din bila bi hevre biçin hem derdor kifş bikin û hem jî weke dewriye bigerin di tepe de..’’

Min jî xwe pêşniyar kir ku ez bi hevala Sarya re herim. Ez û hevala  Sarya di saetên di berbanga sibehê de me dûrbîna xwe girt ûem birêketin. Yekoyek senger me di venêrînê re derbaz kir û li her cihê tepe geriyan.

Lê ji ber sedemê cara yekemîn bû em dihatin wî tepî, me zêde tepe nas nedikir û em pê şareze nebibûn. Ez û hevala Sarya, her yek ji me em çûn sengerekê cuda. Min ji hevala Sarya re got; ‘‘dema ku te derdor di venêrînê de derbaz kir deng bike, em bi hevre dakevin…’’ Wê jî bersivand ‘‘temam heval.’’

Du şîverê diçû sengerê. Ez û hevala Sarya her yek ji me di aliyek cuda de çû sengerê. Tepe hemû zinar û latên asê bû û yek jî xwezaya xwe pir hişk bû. Hevalan jî di cihekê bi vî rengî de du şîverê vekiribûn. Ji ber sedemê lêkirina berf û baranê, hemû teht şil û şemitok bibûn. Ger mirov bi baldarî li ser neçûya, ew gengaz bû ku di latê de werbibûna. Tepe xwedî zehmetiyekî wiha bû.

Pêwîst dikir ku em bi hevre gihiştibana sengerê. Lê hevala Sarya di pêşiya min de gihiştibû. Min serê xwe rakir û min xwest li hevala Sarya bimeyzînim. Lê min çiqasî hewl da min hevala Sarya di sengerê de nedidît. Ji bo wê jî min gazî kir. Hevala Sarya piştî ku bersiv da min dizanîbû ku hevala Sarya bi têkûz gihiştiye sengerê û rûniştiye.

Min jêre got, ‘‘mane diviya bû tu li benda min bisekiniya û em bi hevre çûbana sengerê.’’ Hevala Sarya jî bersiva min da û got; ‘‘ji ber min dixwest ez derketina rojê bibînim, ez li benda te nesekinîm.’’

Cîhan ewr bû, lê roj car bi caran dikarîbû di nava ewran de serê xwe rabike. Ev jî ji bo hevala Sarya îlhamekê cuda dida. Min jî jêre got; ‘‘hevala Sarya îro roj xweş derneket, lê sibe dibe ku roj xweştir derbikeve’’. Wê jî got; ‘‘ez di wê baweriyê deme ku wê baran lê bike..’’

Hîn em bi vî rengî diaxivîn, hêdî hêdî ewrên reş kombûn û baranê lêkir. Hevala Sarya jî got, ‘‘em hinekê din li derdor binêrin û pişt re herin.’’ Min jî got; ‘‘temam, berê ku lêkirina baranê zêde bibe em herin..’’ Min jî got, ‘‘cihê ku tu lêyî hemû latên asê ne, dema ku tu daketî bi baldarî dakeve.’’  Wê jî heman hişyariyê li min kir. Di navbera me latekê asê hebû. Min jî jêre got, ‘‘tu hêdî hêdî dabikeve ez ê piştî te dabikevim…’’ 

Dema min hewlda ku ez li hevala Sarya meyze bikim ka bê daket an na, min dît ku dengekê weke dengê guleya Qernasê hat guhê min. Laşê min hemû tevizî û ez di cihê xwe de veciniqîm. Weke ku elektirîk min bigre, ez di cihê xwe de hejiyam. Min li himberî xwe meyze kir, min dît ku hevala Sarya qulipî aliyê din yê latê.

Dibêjin ya, rewşekî ku çavê min lê zîq bû. Ji ber min nedizanî çi bûyer qewimî? Min digot, gelo Qernas teqiya? Ji derveyî vî dengî ti dengên cuda nedihate bala min. Ji ber berê wî qet dengê bruskan tine bû. Lê hal ew bû ku, ew dengê bruskê bû. Ew bruska yekê bû. Lê ji vê bûyerê ez ecêbmayî mam, çawa dibe ku bruska yekê bedena hevala Sarya îsabet bike. Min nedixwest ku tiştekê bi vî rengî ne di hişê xwe de û ne jî di ber çavên xwe re derbaz bikim. Tesadufekê bi vî rengî mirovan diêşîne, ne gengaze ku di yek carê de pêkbê.

Ku ez hîn li ser hevala Sarya difikirîm, ew ji zûde li pêş çavê min ketibû erdê. Ez di cihê xwe hişk mabûm, li himberî vê bûyerê bêçarebûm û min nedizanî bi çi rengî tevbigerim.  Min pir qîr kir, lê ji ber ku heval di hundir de bûn, dengê min nedibihîstin. Min jî biryar da ku ez guleyekê biteqînim ku heval bi rewşê agahdar bibin.

Bûyerekê cara yekê li pêşiya min çêdibû, ji ber wê jî dest û lingê min li nav hevketibûn, hatibûn girêdan. Ji bo ku em xwe biparêzin me geleke bergirên xwe girtibûn û lêhûrbûnên li ser gelek plansaziyan hebûn. Lê belê, em bi qewimîna  bûyerên xwezayî yên bêyî vîna me pêktên, qet nefikirîbûn.

Min gule teqand, heval derketin. Pirs kirin ka bê çibûye? Hemû heval hatin û min ji wana re got; ‘‘hevala Sarya ketiye…’’ Wana jî digot, dibe ku li ser hişê xwe çûbe.

Min jî got, ‘‘lez bikin xwe bigihînin hevala Sarya!!..’’ Hevalên tîmê pirs dikin ka bê çi li hevala Sarya hatiye, lê zimanê min nagre ku ji wana re bibêjim. Dema ku heval diçin li ser hevala Sarya, dibînin ku di aliyê din yê latê de hevala Sarya li erdê ye. Fermandara me got, em herin heval rakin û bi wî rengî agahî bidin hevalên taburê.

Hevala Sarya ji serê xwe darbeyekî giran xwaribû. Canê wê perçe perçe bibû. Hevalan hevala Sarya ji cihê latê derxistin. Lê, ji ber darbeyekê giran xwaribû, bi ruxmê hemû mudexeleyan jî nekarîn rizgar bikin. Heya ku hevalên taburê gihiştin gel me, hevala Sarya çavê xwe li xeweke giran girtibû û êdî berê xwe dabû cîhana nemiran.

Belê ew kêlî, ew kêliya ku heyam lê sekinîn, demsala payîzê di bedewiya xwe de ruxî. Belê, êdî ew kêliyên hest û giyanê me berbi kareseta bablîsokan de dibir bû. Hîn ji zûde destpê kiribû kêliya ku çav di çerçoveya zîqbûnê de eliqî mabû û dîmenên bedew di xêz kirina lênûskê de. Wê kêliya ku hemû qeyd û bendên me lê bistîn, weke ku tufaneke sar bi ser canê min de were.

Lê ev jî heye, her veqetîn nîşaneya hevdîtineke dine. Bendewar be bi vê hevdîtinê rêheval Sarya. Ji ber hun naçin û nemirin. Di rayên dilê me de hun bicih bûne. Me di dilê xwe de cih ji were daye. Ji lewra soza min wê pêkanîna xeyalên we û meş li ser hîmê doza serkeftina gelê Kurd be.

 Hemrîn EFRÎN