Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 


sehit partizanPartîzan zarokê Helebçe û Enfalê bû. beriya tevlîbûnê ya li nav refên gerilayên azadiya Kurdistanê, demekî dirêj di xebatê siyasî de, di nav partiya başûrê Kurdistanê PÇDK´ê de berpirsartiya xwe ya ciwantiyê bi cih dianî. Bi taybetî di xebata ragihandinê û bi giştî xebatên rewşenbîrî û rêxistinkirina gel, erkên xwe yên şoreşgerî pêk dianî.

Rêheval Karwan Patîzan girêdayîbûna xwe bi şehîdên Kurdistanê re, hema ji destpêka temenê xwe yê bi coş, ji rêxistinkirin, zanakirin û xizmetkirina gel ve dîtibû û di PÇDK´ê de reng û coşa gelê xwe nas kiribû. Lêgerîna xweya heqîqetê, bi wî rengî di jiyanê de bi pêş dixist.

Rêheval Partîzan her çiqas di başûrê Kurdistanê de, di dewletekê biçûk a kurdî de jiya be jî, xebat û biryarbûna wî nîşanda ku, ji boyî azadiya kurd û Kurdistanê ti sînoran nas neke. Û wê ti tişt nikaribe êş û azarên gelê bi wî, bi wî bide jibîrkirin. Bi vê bîr û baweriyê berê xwe da çiyayên azad ku ji boyî xwe bigihîne heqîqeta Rêber APO...

Dema ku perwerdeya şervanê nû bi dawî dike, di dabeşkirina nû de, ew ji boyî demekê li gel hevalên berpirsyar dimîne û pişt re jî diçe herêma Zapê, jixwe naskirina  me ya destpêke li vir çêbû.

Di Zapê de deskeftiyên dîrokî yên gelê Kurd çêbûne û gelek heval jî di wê rewşê de mohra xwe li dîrokê dane ku yek ji wan jî, rêheval Karwan bû. Di Zapê de bi taybet destkeftiyên rêheval Karwan ên mezin ku li ser gerilayetiyê çêbûn. Bi taybet bi beşdarbûnê di berxwedaniya Zapê ya sala 2007´an de gelek coş û hêz ji girtîbû û gelek car jî behsa wî dikir, derveyî wan, hevkarekî xwe yê kevin ku bi hev re di PÇDK´ê de xebat kiribûn, yek ji wan jî di destana Zapê de tevlî cangoriyên azadiyê bûbû. Ew jî rêheval Egîd CAF bû, ku ji ber jiyan û têkoşîna xwe bû sembola ciwanên têkoşer ên tevahî Kurdistanê. Hevaltî, vîn û berxwedaniya gerila dîtibû û têkçûna artêşa dagirker a Tirk ku demekî dirêje li ser gelê Kurd zilmê dimeşîne jî, ji nêzîk ve hest kiribû.

Cara destpêke min heval Karwan, li vir dît û naskir. Lê ev naskirin wisa ma, heya me careke dî, di Akademiya Heqî Qarer de hevdû dît. Tiştek ji xwestek, famkirin û lêgerîna wî qet kêm nebûbû. Heta bi rengekî herî baş û berbiçav di vê perwerdehiyê de xwe nas kir û hezkirina wî ya jiyana PKK ê û rêzgirtina ya wî li hemberê partiyê bêtir bû.

Bêguman rengekî herî ciwan û bedew yê dibistanê bû. Hevalekî ku her tim keyfxweş û rûken. Di perwerdehiyê de her tim xwedî pirsên jiyanî û felsefî bû. Her wiha di  jiyanê de fedakar û di rêhevaltiyê de bi tevahî hevalan re durust û xwedî pîvan bû. Weke hemû fedaiyên “APO´yî”  bû.

Mirov gelekî rehet dikare bêje ku, ne tenê di dibistanê de, dibe ku xwedî derketina ji tevahî nirxên şoreşê re her tim şiyar û di berxwedaniya Qendîlê de jî, weke her rêhevalekî xwe, soz û girêdaybûna xwe bi hêz û moral pêşkêşkirin, di kesayeta xwe de her tim diyar dikir.

Destana jiyana rêheval Karwan Partîzan di hatina wî ya refên gerîla de û di berxwedana Qendîlê de pir zelal derdixîne holê. Hezkirina wî ya her  tim di rêza pêşî de cih girtin ji boyî  ciwanên Kurd mînak bû. Xwe bi jiyana “PKK” ê re yek kirin mînakbûyîna wî ya herî berbiçav bû.

Beriya hemû hevalan xwe pêşniyar kir ku biçe Qendîlê. Hevalên berpirsyar mecbûr man ku vesazkirinêkê çêbikin. Heval hemû kom bûn û vê carê navê hevalên ku biçin Qendîlê hatin xwendin. Me guhdar kir. Lê navê Rêheval Partîzan tê de nebû. Ev dîmen qet ji boy ti hevalekî ne rehete û her kes difikire ku bikarbe xwe bixe nava rêzeya hevalên ku diçin.

Rêheval Partîzan destûr xwest û got:

“Heval, hûn pêşniyara min careke din di ber çavan derbas bikin wê baş be.”

Lê belê heval nepejirandin û gotin nabe, bimînin ji boy demeke pêş.

Lê belê ev yek rêheval Karwan qed dikare bide sekinandin. Difikire û nexşeyan di serê xwe de çêdike. Careke din rabû û got: “Heval ew hevalê hanê, nexweş e, û ez di şûna wî de biçim dê baştir be.”

Dîsa nehat pejirandin û hêj difikire ku vê carê wê çawa xwe bixe rêzeya hevalên Qendîlê ve.

Ew dixwest careke din bi rahîbên s.s. 21. a vîn û evîna Kurd, di  bin siya PKK ê, di asta xwe ya herî jor de nîşan bide û rêhevaltiya xwe ji boyî “Rêber APO” xurttir bike. Meyil û hezkirina wî ji boy gihandina  heqîqeta jiyana Azad bû. Felsefa jiyana Kurd û Kurdistanê ev çend hezar sale bi vî şêwazî hatibû hûnandin û di kesayeta Rêber APO de her dikele, dipijê û dixwaze berhemekî ciwan û nûtir derbikeve holê. Her car bi destê rêhevalekî şehîd, zincîrên dagirkeriyê ji dest û piyên gelê Kurd tê şikandin û derxistin. Bi jiyan û romana Rêber APO re roj bi roj ev gel bêtir nêzî azadiyê dibe û hesreta xwe ya dîrokî bêhtir derdixe holê û dijî. Vê rastiyê jî di jiyana rêheval Karwan de her kes pir zelal didît û pê moral digirt.

Partîzanbuyîna Kurdistanê; ji dilê jiyana xwezayê ve tê. Bi taybet ger mirov xwendevanekî dibistana hevala Viyan Soran be...

Rêheval Karwan di dibistan Ş. Viyan Soran de mezin bûbû, rastî û heqîqeta jiyana niştîmanperwerî baş fam kiribû. Ji ber vê yekê jî hevaltiya PKK´ê ji mamosteyên xwe baş wergirtibû.

Ev coş û xiroşê bi hatina Qendîlê û ketina çalakiyan de jî, her kes bi kelecaneke mezin dijiya. Lê rêheval Partîzan vê hestê bêhtir dijiyar. Di vê germahiya zozanên Qendîlê û germahiya ketina li nav refa hevalên ku, ewê biçin Qendîlê û agirê berxwedaniya hevalan, ji destpêke heya çalakiya dawî; çûyîna bi ser dijmin û rûxandina giyanê dehaqên nû di çavê hemû hevalan de pir zelal xuya dikir.

Di vê cîhanê de, karê herî dijwar anîna ser ziman a jiyana Partîzanekî şoreşa Azadiya Kurdistanê ye. Ez jî baş dizanim, ku bi çend hevokan, qet-qet nikarim jiyan û milîtantiya heqîqetê ya rêheval Karwan bînim ser ziman. Ger ez bi tevlîbûneke li gor wan, bikaribim pêk bînim ew dem ez ê xwe layîqî rê û armanca wan bibînim.

Derengiya şevê, yekîne xwe gihande cihê çalakiyê.

Pasdarên komara îslamî, şev û roj derdora xwe didan ber gule, top û doçkayan. Ev zalimên dev bi xwîn rastî berxwedaniyeke bêhempa ya rêhevalên me hatin. Nato û dewleta Tirk jî bi firoke û balafirên xwe ve bi ser hevalan de bombeyan dibarandin. Lê ev çek û teknîka sermayedar ên nû û yên hemû cîhanê wê karibe Partîzan Azadî û hemû keç û xortên enfalê bide rawestandin?

Bêguman na.

Kurdistan di kûrahiya dîrokê de pir Sargon û dehaqan dîtiye û yek bi yek li çiyayên serkêş ên Kurdistanê evana hemû derbas kiriye û pergala wan, bi hêza xwe ya cewherî ku çavkaniya xwe ji exlaqê mazdaîzmê  digire têk bir û wê bibe jî. Xwedawenda Star desthilatdariya wan rûxandiye û jiyana bi exlaq û azad pêşkêşî tevahî mirovatî û bi taybetî gelê Rojhilata Navîn kiriye.

Siharê zû rabûn, min dît ku heval Karwan, ne li cihê xwe ye! Min ji hevalên li wir pirskir. Gotin çûye keşifê. Ez jî çûm li gel wî. Dûrbîn di destê wî de û dagirkeran dişopîne. Min pirs kir. Rewş çawaye? Got; “Bêguman serkeftin ya me ye.”

Pêwîste em derbeyeke xurt li dijmin bidin, da ku bizanibe, em ne hêzeke ji rêzê ne.

Nîvê şevê em ber bi baregehên şer ên dijmin ve bi rê ketin. 24´ê Tîrmehê, demjimêr sisê û nîvê beriya siharê ye. Yekîneya çalakiyê di nav bêdengiyeke bi kîn û nefret nêzîkî dijmin dibûn. Di yekîneyê de hevalê rê dizanîbû hevalê Serxwebûn Rojhilat bû û berpirsyarê giştî yê êrîşê heval Egîd Wan bû. Heval Karwan jî di koma yekemîn a êrîşê ya di bin fermandariya hevalê Egîd de bû. Hevalê Serxwebûn hingî li zozanên Qendîlê ma bû ku, heta rûyê wî, weke dil û zihnê wî pijiya bû. Pir bi coş bû, ji ber ku him beşdarî çalakiyê dibe û him jî berpirsiyarê birin û anîna yekîneyê bû.

Heval Serxwebûn li pêşî, heval Egîd pey wî û heval Karwan jî li pişt fermandar Egîd xwe rêz kiribû û hemû yekîne jî li pey wan dimeşiya. Tenê çend deqe mabûn ji çarê siharê re, dijmin tenê çend mitro ji wan dûr bû û êdî dem dema êrîşê bû. Koma heval Egîd ewê ji milê rastê û koma duyem jî wê ji milê çepê ve biketana sengera nokeran. Yekem guleya ku hat teqandin a B7´ê bû û pê re êdî bombe û çekên ferdî...

Heval bi ser dijmin de çûn û lêxistin. Ji hawar û qîrê wîra wan pasdaran dengê çekan nedihatin bihîstin.

Dengê dad û fîşek, zilm û zorî, vîn û xofê li hev diket û şerekî dijwar di navbera Ahûra Mazda û Ehrîman de diqewimî... Biryargeha dagirkeran bibû hedefa hevalan. Hevalan xwestibûn li mêjiyê dagirkeriyê bidin.

Aso derdiket û çalakî bi dawî bibû. Hevalên parastinê jî ketibûn dewrê û êdî dema vegera yekîneyê bû. Me di parastina wan de jî derbeyekî giran li dijmin xist û bi tevahî me wan bêdeng kir.

Lê sê heval bi me re nezîvirîn. Heval Egîd Wan, heval Serxwebûn Rojhilat û heval Karwan Partîzan. Dijmin di dema ku qet xeyal nedikir de derbeyên pir mezin xwaribû. Zêdetirî 20 kuştî û gelek birîndarê wan çêbûn.

Baş tê bîra min;

Min digot; heval Karwan tu wisa biçe bêhna xwe vede. Lê wî digot; “Na, bila hevalên din biçin.” Dîsa bi ser de çûm û min got; yê ku vê sibê rojbaşê bikişîne ne tu bûyî, kê lîsta nobetê guhertiye? Wî jî wisa bersivan; “Min dît heval westiyane, min di şûna wan de jî nobedê girt.”

Her wiha careke dî jî min jê pirsî û got; Heval Karwan îro ne roja te ya xwarinpêjiyê ye, îro dora hevalên dîtir in? Wî jî wisa got; “Heval ciyawazî di navbera min û hevalan de nîn e.”

Felsefe, raman û jiyana PKK´ê têgihîştin, coş û heybeta gerdûnê ya ji guleke spîsor hetanî kenê zarokekî Helebçe, Amed û Mihabadê berfireh e. Di lêgerînan de israrbûn, di jiyanê de çalakî pêkanîn û dana hezkirina vê jiyanê û bi sedan tiştên mînanî van, têne karê milîtanên APO´yî yên şopdarên heqîqetê ne, ku ti kes nikare bîne li ser ziman vê ramana bêdawî. Ji ber vê yekê jî ronahî wê her tim di rêka şoreş û azadiya Kurdistan û cîhanê de heta hetayê hebe.

Serkeftin ya me ye.

 Silav ûrêzên şoreşgerî

Gabar ARÊZ