Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

11Di dîroka her gelî de hinek rojên pir taybet an jî wek qonaxên pir girîng tên jiyan kirin hene. Di nav van qonaxan de gelek kesayetên mezin ên ku fedakarî dikin ku karibin nasnama gelê xwe bi teşeyekî azad bidin ava kirin, rola xwe dilîzin û her tim di dilê gelê xwe de cihekî taybet digrin. Dibin remz û her tim tên bi bîr anîn. Dema mijar dibe mijara gelê Kurd, ev qonaxên girîng hin bêhtir derketine pêş. Ji ber ku di dîrokê de gelê Kurd ti caran li ser ti gelekî zilm nedaye meşandin û êrişî ti gelekî nekirye. Dagirkerî li ser axa ti gelî nedaye meşandin. Heta berovajî wê, bi gelên cîran ên bi xwe re her tim di nav yekîtiyekê de bûye ku biratiya gelan bide avakirin hewldanên alîkariyê kiriye. Li hember êrîşên ji derve de tên, bi hev re bûne yek, berxwedaniyên pir mezin jî kirine. Lê piştî encamên serkeftinên şerên di van deman de, carek din gelê Kurd derveyî pêvajoyê hatiye hiştin, bêpar hiştine û xwestine ku di bin dagirkeriya xwe de bihêlin û li ser wan desthilatdarî bidin meşandin. Bi taybet jî du sed salên dawî di Rojhilata Navîn de di şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn de gelê Kurd parçe parçe kirin, ji cih û warên xwe neçarî koçber kirinê man, ji qetlîaman re derbas kirin. Bi vê girêdayî xwestin ku dest daynin li ser hemû dewlemendiyên Kurdistanê. Bi taybet jî yê ku xwest bi navê Kurdbûnê serî rake, serok û rêberên van serhildanan, van raperînan kirin hedef û darvekirin. Nehiştin gelê Kurd bigihîje azadiya xwe û mafê xwe yê mirovî ew jî wek hemû gelan di dîrokê de jiyan bike. Parçekirina gelê Kurd, bandora asmîlasyon û li hev negirtinê hate wê astê ku her tim bi dijminê xwe re hevkariyê bike, bikeve nav xayîntiyên pir mezin û bi wî awayî jî Kurdê baş û yê nebaş dane avakirin. Kurdên ku wan guhdar bikin, serê xwe li hember wan bitewînin, koletiyê bipejirînin ji bo wan ev bûn Kurdên baş û yên ku azadiya xwe, vîna xwe, nasnameya xwe, çanda xwe bixwazin-biparêzin ev jî bûn Kurdên xirab û di ser wan de çûn. Ew di komkujiyan re derbas kirin. Her ji ber wê Rêber Apo di dawiya sedsala bîstan de, dema ku dixwaze wê pêvajoyê dest pê bike di zana bûna van zorî û zehmetiyên ku dê derkevin pêş de bû. Ji ber ku bi rastî jî gelê Kurd kiribûn bin axê û ser wan jî beton kiribûn. Bi taybet jî bi îsyana Agirî re hatibû gotin ku me gelê Kurd kir bin axê û ser wan beton kir. Her wisa dema ku Rêber Apo bi hindek mirovên Kurd re qise dike; wek tevgerekî şoreşger û azadîxwaziya Kurd ê serbixwe û dewletek serbixwe ya Kurd têkoşîn dikin û hwd rewşa heyî parve dike. Ev kesanan wisa hêvî û baweriyên xwe dianîn ser ziman, “em wekî texte lê hatine, wekî ku tu bi texte re qise bikî serê me hişk bûye, çawa ku tu texteyekî av bidî şîn nabe, em jî carek din nikarin bên ser xwe û hêz-vîna xwe kom bikin û têkoşîn bikin…” Lê di rastiya xwe de Rêber APO bingehê têkoşîna azadiyê li ser hin rêgezên pir girîng da ava kirin. Yek, baweriyek pir mezin da gelê Kurd û ya duyemîn, baweriya wî pir bi dîrokê hat. Ji ber wê jî wekî ku Kurd hene, Kurdistan bin dest e û pêwîst e ev jî carek din di nav pelên dîrokê de bigihîje azadiya xwe û mafê xwe yê mirovî jiyan bike, dest bi têkoşînê kir. Di bingehê felsefa Rêber Apo de şerê parastinê hebû, ji bo wê jî dijminê me bi demê re xwest tevgera azadîxwaziya gelê Kurd tesfiye bike, li ser qadro û pêşengên tevgerê komplo kirin, qetil kirin. Bi hevalê Heqî Karer dest pê kirin, girtinên zîndanan, zilm û êşkence li ser hevalên di zîndanan de ne kêm bû. Her ji ber wê jî Rêber Apo çareserî di parastina têkoşîna çekdarî de dît û wisa bi nav kir, “ji bo em hebûna xwe biparêzin û statûya gelê xwe bi dest bixin em neçarin parastina xwe bikin, ger hêza me hebe ku em hemû cîhanê tune bikin em êrîşî çi kesî/ê nakin, lê ger cîhan hemû bibe yek û li ser me de were em ê li ber xwe bidin û xwe biparêzin”. Li ser wê felsefe û stratejiyê dest bi pêngava şerê çekdarî hat kirin. Di nav wî şerî de bêguman pêşengên pir mezin derketin. Heya sala 1999`an, wekî pêngavekê şerê çekdarî di dîroka me de cihekî xwe yê taybet heye. Me di wê pêngava de bi deh hezaran heval şehîd dan, di nava 15 salan de, di serî de jî fermandarê mezin rêheval Egîd ku bi pêşengtiya Wî pêngava 15’ê Tebaxê hat avêtin û bi şehadeta Wî re wek du xetên bingehîn derketin pêş; yek xeta îxanet a tesfiyekariyê û ya din jî xeta fermandariya rêheval Egîd a serekeftinê ku li ser felsefa Rêber Apo pêş ket. Heta niha jî ev xet bi rengekî pir bi serkeftî didome. Bêguman di nava wî şerî de gelek pêngav pêş ketin. Di her pêngavê de jî hevalên ku jê re pêşengtî kirin derketin pêş, çawa ku hevalê Egîd di 15 ’ê Tebaxê de fîşengek ji bo gelê Kurd kir mîladek, paşê wî jî dem bi dem pêngavên ku şerên mezin bi xwe re anîn û bû wekî qulibandina demê û hişt ku serkeftinek çêbibe. Arestebûnên dijmin ên ji bo tasfiyekirina tevgerê vala derxistin, şehîdên me yê pêşeng pir cidî rol leystine. Bi dîlketina Serokatî re qonaxek nû ya li ser bingehê stratejiya şerê parastina rewa, dest bi şerekî nû hat kirin. Di 1`ê Hezîrana 2004’ an de hevalê Erdal di xeta fermandar Egîd de di nav têkoşîna me de pir pêş ketibû û wekî fermandarê şerê parastina rewa bû sembol. Di sala 2007’an de dema ku pêgava Êdî Bes e dest pê kir, demek bû ku hem ji derve û hem jî di hûndûr de tesfeyekarî dihat pêş xistin, Rêheval Egîd, Adil û Nûda jî wekî sembola Pêngava Êdî Bes e li Botanê rolek pir girîng lîstin û ev pêvajo pêşwazî kirin. Bûn wekî pêşengên xeta şerê li hember dijmin û Pêngava Êdî Bes e. Ji ber ku wê demê li ser Serokatî heta êşkenca fîzîkî jî dihatin kirin, şerekî taybet ê pîskolojîk dihate meşandin. Heta wekî jehr dane Serokatî hat belav kirin. Hevalê Adil û hevala Nûda, di xeta hevalê Kemal Pîr û hevala Bêrîtan, xeta hevalê Egîd û hevala Zîlan de bûn pêşengên Pêngava Êdî Bes e. Her wiha dem bi dem gelek fermandarên mezin di nav têkoşîna me de derketin, rolên xwe lîstin. Ev pêvajo 2010’an wekî pêngaveke nû, serdemeke nû ya Stratejiya Çaremîn pêwîstî pê hat dîtin ku em dest bi şerekî nû bikin. Ji ber ku hemû niyeta Rêbertiya me û ya gelê me dihate sû-îstîmal kirin û hemû fedakartiyên Rêbertiya me dixwastin vala derbixin, dixwestin bi demê re tasfiye bikin, hêdî hêdî tevgerê marjînal bikin. Wekî Tamîlan bi nav kirin ku hemûyan qetil bikin, ên ku me radest girtine bigrin ên din jî hemûyan tasfiye bikin. Ji ber wê jî Rêber Apo helwest nîşan da ku em derbasî pêvajoyekî nû dibin û navê wê pêvajoyê jî wekî Serdema Stratejîk a Çaremîn li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî em bikarbin hebûna gelê xwe biparêzin û azadiya Serokatiya xwe û gelê misoger bikin. Dest bi pêngevekê nû hate kirin, di nava wê pêngavê de fedekariyên bi her awayî çêbûn.

Bi henceta salvegera şehadeta rêheval Kerîm Şirnex û heval Reşîd Serdar ez dixwazim wan bi bîr bînim û di şexsê wan de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, carek din soza têkoşînê ku em layiqî wan derbikevin didin. Her du heval jî di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de li qada Xakurkê pêşengtiya pêngavê kirin, fermandartî kirin. Wekî ekîbek, rûhek, hevgirtineke pir xurt di wê pêngavê de bi taybet jî ji bo dîroka me ya şerê çekdarî, wekî mînak di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî li Şemzînanê mohra xwe li serkeftinên pir mezin dan.

Hevalê Kerîm: bi sadebûn, durûstbûn, fedakartî û girêdaniya xwe ya bi partî û Serokatî re mînak bû.

Hevalê Kerîm ji gundekî Şirnexê ji dayîk dibe, di temenekî biçûk de di sala 1985’an de tevlî refên gerîla dibe. Ligel hevalê Egîd dimîne, piştî wî jî ligel hevalê Bedran û hevalê Erdal ê mezin dimîne. Her tim di Botanê de welatparêziya mezin, wek kedkarekî mezin, rêhevalê hevalan û ti caran noqteyekî herî biçûk jî di kesayata hevalê Kerîm de ku aliyê neyênî de derkeve pêş kesekî/ê nedît. Pir sade durûst, kedkar bû. Fermandarê eyaletekê bû, fermandarê qadê bû lê fermandartî ji bo Wî bi tenê hevaltî bû. Her tim karê ku bihata kirin di nav hevalan de wî dikir, biçûk an jî mezin, di demê perwerdê de yan jî di şer de, di xebatên pratîkî yên jiyanê de her tim rol lîst. Hevalê Kerîm ji sala 1985’an heta sala 1994-95’an li herêmên Botanê, wekî Colemêrg, Beytoşebab, Besta û carna jî Cûdî û di xetên Garisan de jî tev li xebatê bû. Kete çalakî û şerên pir giran. Min di payîza 1992’an de li Besta hevalê Kerîm dît. Bi rastî jî mirov dema ku hevalê Kerîm didît, mirovên xwezayî, kurdên ku paqij mane, ên ku ti caran bandora dagirkeran li ser nehatiye kirin dida nîşan dan. Hesabên biçûk û hesabên erzan, seknên pasîv nîşan nedida. Hevalekî xwendavan nebû lê bi rastî jî bi çelengiya xwe, fedakartiya xwe ji gelek kesên ku zanîngeh xilas kirine re bibû mamostayê jiyanê û ev jî wekî bûbûn şagirtên Wî û pir pêve girêdayî bûn. Her tim hez kirin û rêzdayîna wan jêre hebû. Ji ber ku hevalê Kerîm hevalekî ku di demên herî teng de dikarî hevalên xwe biparêze. Bi taybet jî ji bo parastina nirxên madî û manevî di nav me de mînak bû. Di nav hemû şervan û fermandarên rêxistinê de bi rastî jî cihê xwe yê pir taybet hebû. Di dema şerê herî zehmet de hevalê Kerîm rolekî pir girîng lîst. Helbet şehîdên me hemû hindek taybetmendiyên wan hene ku dişibin hevdû. Hevalê Kerîm jî yek ji wan hevalan bû ku zêde teorî nedikir. Lê bes dizanibû ku çi şaş e û çi rast e, li gorî wî jî her tim di cih û dema wê de helwesta xwe nîşan dida. Wek mînak: li hember tasfiyekaran helwesta Wî diyarker bû. Ez bi xwe jî şahid im, di gelek civîn û konferansan de xwedî sekneke misoger û zelal bû. Çi dudilî nedijiya. Heta ger fermandarek şaş bûya li hember wî/ê xwedî sekn bû û nedixwest di bin venêhêrîna wî/ê de peywir jî bigre. Dibe ku carna dihat gotin ku teng nêz dibe, lê bes ne wisa bû. Ji lewre tiştên digot û dikir piştre rast derdiket. Li hember kesên ku helwest diyar dikir piştre piraniya xwe tasfiyekar derketin.

Bi rastî jî pir ji dil, bi hêvî û bawerî dixebitî. Baweriya xwe bi tiştekî dianî û li ser wê tiştê dimeşiya û diparast. Bi nirxên manevî ve pir xurt girêdayî bû, pir bi pîvan û di pîvanên xwe de jî zelal bû. Ji bo tiştên xirab tavîz nedida. Ger bidîta tiştek-kesek der dorên wî xirabiyan dike helwestê xwe diyarker bû. Heta ew qas zû tawrê xwe diyar dikir ku carna mirov wate nedidayê. Ji ber ku pêşdîtinênê Wî pir xurt bûn. Dizanî ku ew qas paqij e û ew tişt diparast. Rêber APO heman tişt ji bo xwe jî digot, ger tu ked didî nehêle ku kesek keda te vala derbixîne û hevalê Kerîm jî wisa bû. Ger em dibêjin berê mîlîtan wisa bû; ger rêxistin bibêje here li ser wî kevirî bisekine dê biçe bi rojan bisekine û heta rêxistin nebêje were nayê, yek ji van jî hevalê Kerîm bû. Ti caran îtiraz ji bo ti karî li cem Wî nebû.

Di fermandartiya HPG’ê de cih girt, di biyargeha HPG’ê de kar kir, di komîteya parastinê de xebat meşand, erk girt, li ser qadan erk girt û di hemû pêngavên ku partî xwestiye pêş bixe de, di hemû civînan de hevalê Kerîm destpêkê xwe pêşniyar kir ku tevlî bibe. Di hevaltiya xwe de pir paqij û zelal bû. Ji ber wê jî Tevgera Azadiya Jin di sala 2001-2002’an de dema xwest hindek hevalên xort di bingeha biryargeha hevalên jin de perwerde bike, yek jî hevalê Kerîm hilbijartin. Ji ber ku hevaltiya ku serokatî bi jin re dikir, hevalê Kerîm ew bingeh digirt û hevalên jin jî ev yek baş dizanîn. Ji ber dema ku hevalê Kerîm li cihekî ba, li wir xeta partî dihat jiyîn. Pir bi mentiq nêz dibû, ango ne ku îdare bike yan jî denge bike. Dibe ku pir kesan bixwastan wisa şaş jî dest bigrin. Dîroka ku hevalê Kerîm di nav rêxistinê de jiyan kirî, ji 1985 heta 2012 ku dike 27 sal, di 27 salên şoreşgertiya xwe de bi îstiqrar di nav vê partiyê de meşiya. Qîma xwe bi tiştên ji rêzê nekir. Heta dema ku partî dixwest di nav hindek xebatên paş de cih bide hevalê Kerîm pir pê nerihet dibû. Digot; ev 27 sal in ligel min têkoşîn tê meşandin, şehadet tên jiyîn, Kurdistan hat vala kirin, dijminê me gund nehîştin, qetlîam çêkirin, koçbertî da dest pê kirin, hemû ji bo min bûne wekî bertekekî ji bo wê wekî hemû hevalan ez jî dixwazim di eniyên pêş de rol bilîzim. Bêguman nêzikatiya Serokatî ji hevalên wisa re pir cuda bû û dixwast biparêze û rêxistinê jî ji ber ku şervanekî hevalê Egîd bû dixwest di gelek noqtan de hevalê Kerîm biparêze. Lewre hevalên ku bi hevalê Egîd re mane zêde neman, ji ber ku di hûndûrê xwe de dîrokek dida jiyan kirin, emrek bû. Di 27 salan de temenê mirovan nîv dibe. Ji ber wê jî rêxistin dixwest hevalê Kerîm wek dîrokek zindî biparêze.

Hevalê Kerîm derbasî perwerdeya Ocaxa PKK’ê bû û piştî perwerdê derbasî herêma Xakurkê bû. Dema hevalê Rustem, Elîşêr û hevala Çîçek, û hevalên bi wan re di êrîşeke hewayî de şehîd ketin hevalê Kerîm wekî fermandarê ku di herêma Xakurkê de cih bigre li dewsa hevalê Alîşêr hat erkdar kirin û piştî wê jî ket fermandartiya giştî ya qada Xakurkê. Hevalê Kerîm, qûweta Xakurkê li zivistanê ji bo pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî amade bike, pir ked da. Di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de wek fermandarekî pêngavê di plan-name û amadekariyên pêngavê de cihekî bingehîn girt. Bi wî rengî jî xwe tevlî kir, di gel hevalê Reşîd Serdar û gelek hevalên din. Li şeva yekê mijdarê yê derbasî duduyê mijdarê dibe di êrîşeke hewayî de hevalê Kerîm û çar heval li wir ji xwe ji dest dan û şehîd ketin.

Hevalê Reşîd: Pêşengê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2011-2012 bû. Di tarz û taktîkê gêrîlayê nûjen de, di kûranî û ziraviyan de pir serwer bû. Fermandarekî pispor, di şer û jiyanê de xwe pir pêş xistibû. Pir cidî bû, xwedî dîsîpînek cewherî û fedakariyek mezin bû. Bi însiyatîf û xûlûqkar bû. Hevalên pêre nedigihîştin tempoya wî. Teknîk û taktîkên dijmin ên kevin û nû pir baş hesab dikir. Li gorî wê jî planê hêza xwe û yê dijmin dikir. Çalakî ne tenê wekî çalakî dest digirt. Dizanîbû kîjan çalakî çi demê xizmeta çi dike. Serweriya xwe li ser arazî zêde bû, di çalakiyan de ger bi kîlometran dûr ba jî, mêtro bi mêtro terîf dikir û hêza di bin venêhêrîna wî de bi wêrekî diçû û bi ser diket. Di konferansa HPG ya 7. de wekî Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşgerî sembol hat nîşan dan.

Hevalê Reşîd jî di heman demê de fermandartiya pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya giştî dikir. Hevalê Reşîd li navçeya Dihê yê Sêrtê ji dayîk bibû û hin di temenekî ciwan de tevli refên gêrîla bû. Lewre bi rastî jî hemû xeyalên Wî li hember dijminê xwe şer kirin bû. Hevalê Reşîd di demên zor û zehmet de li herêma Botanê di yekîneyên bi tevger tabûran de cihê xwe girt. Di tewahiya Botanê de tevlî şer bû, ji Wanê heta Gabarê, Mêrdîn, Cûdî, Heftanîn, Qaşûra di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt. Ji fermandartiya tîmekê heta fermandartiya Biryargeha Herêma Parastina Medya di gelek astan de peywir girt. Di nava van 21 salan de hevalê Reşîd di gelek cihên cuda bi cuda de kar kir. Ew jî wek hevalê Kerîm demekî derbasî qada Serokatî bû. Di sala 1997’an de dema diçe qada Serokatî, serokatî dixweze di qadên Tirkiyê de gerîla bi cih bike û şer derbasî qadên Tirkiyê bike. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ne tene ji bo Kurdistanê bû, ji bo gelê Tûrk jî bû. Hevalên me yên pir giran biha, wekî hevalê Heqî Karer û Kemal Pîr ên ku destpêkê di têkoşînê de cih girtibûn, azadiya gelê Tirk di azadiya gelê Kurd de didîtin. Ji ber wê jî tevli Serokatî û tevli partiyê bûn û pêşengtiya grupa bîrdozî kirin. Li ser wî bingehê Serokatî ji ber girêdaniya xwe ya bi van hevalan xwest di Tirkiyê de û ji bo gelê Tirk jî şoreşê pêş bixe. Di sala 1998’an de hevalê Reşîd derbasî qada Amanos bû. Dema diçe Amanosê Şehîd Sari Îbrahîm li wir e, wek ekîbekê ew Şehîd Dijwar bi hev re diçin. Dibe ku di dîroka me de cara yekê di 1998’an de li Amanosê pratîkek wisa pir bi çalakî û serkeftî pêş deket. Hevalê Reşîd pîştî dîlketina Serokatî derbasî qada navendî bû, hate Qendîlê. Heta demekî dirêj li qendîlê tevlî xebatên rêxistinê bû. Di sala 2000’an de dema di navbera me û YNK’ê de pêngavek dest pê kir û şer çêbû, hevalê Reşîd di eniya Rojhilat ango milê Zelê, Şehîd Ayhan rolekî pir mezin lîst. Çalakiya yekemîn wî dest pê kir. Du hemle çêbûn ku di her du hemleyan de jî heta dawiyê rolekî pir mezin lîst. Nehişt ew tesfiyekariya ku dixwestin li ser me bi pêş bixin çê bibe. Piştî dîlketina Serokatî, dijmin dixwest ku gerîla li çiyan tune bike. Bi destê nokerên Başur xwestin tevgerê tasfiye bikin. Lê gelê Başur û ciwanên Başur jî ev qebûl nekir û ti caran di ti livbaziyê de destek neda îxanetê. Her tim ligel tevgera azadiyê cihê xwe girt. Û bi wê wesîlê livbaziya nokeran a 2000’an jî vala hate derxistin.

Hevalê Reşîd di gelek perwerdeyan re derbas bû. Di sala 2001’an de tevlî perwerdeya dewreya yekemin a Şehîd Welat Çiya ya Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Piştre derbasî Behdînan bû, li Metîna ma û di asta fermandartiyê de cih girt. Heta sala 2005’an konferansa HPG a sêyemîn erkê xwe dewam kir. Duvre derbasî Xakurkê bû. Dema ku li welêt şer germ dibû hevalê Reşîd li Şemzînan û derdorê wê çalakiyên pir mezin û serkeftî pêk anîn. Piştre derbasî Ocaxa PKK’ê bû û dewreyek perwerde dît. Duv perwerdê re derbasî qada Zagrosê bû. Tê zanîn qada Zagrosê cihekî xwe yê taybet di dîroka şerê me de heye, her tim rolekî girîng lîstiye. Di kêleka Botanê de, her tim wekî navendekî şer lê hatiye. Hevalê Reşîd li eyaleta Zagrosê fermandartiya Zagrosê dike. Di pêvajoya Pêngava Êdî Bes e de û dîsa di livbaziyên ku dijmin xwest di sala 2008’an de gerîla li Zagrosê û Zapê tesfiye bike de, hevalê Reşîd ji Oremar, Bêzelê dest pê kir, heta şerê Zapê gelek rol lîst. Dibe ku ev jî di dîroka me de cara yekemîn bû ku çalakî ew qas berfireh bûn û bi ser diketin. Gelek leşker dîl girtin. Hedefê dijmin di Zagros û Zapê de gerîla derbe bikin û di bihara wê salê de jî li Bakur gerîla tesfiye bikin. Jixwe pêvajoya girtin û tasfiyekirina gel jî dest pê kiribû. Li ser Serokatî jî tadeyî hebûn. Di wê demê de hevalê Reşîd li Zagrosê pêşengtiya pêngavê ligel hevalê Adil û hevala Nûda kir. Duvre hevalê Reşîd careke din derbasî biryargeha HPG bû û ji bo cara duyemîn di payîza 2010’an de derbasî Ocaxa PKK’ê bû û perwerde dît. Di dawiya perwerdê de sozek ji bo xwe da ku “heta em Serokatî azad nekin ji me re sekin nîne, ji bo wê jî pêwîst e em hevaltiyek xurt bi Serokatî re bikin ku em bikaribin Serokatiya xwe azad bikin”. Soza azadiya Serokatî û serkeftinê da. Di konfransa şeşemîn a HPG de rewşekî pir hestyarî çêbibû. Heval şehîd ketibûn, pêwîst bû Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî dest pê bibûya û konferans jî li ser wê xetê pêş biketa. Lê bes wendahî çê bibûn. Gelek heval bi hestyarî nêz bûn. Atmosferek çêbibû ku hema hema kesek neaxivî, her kes li hevdû mêze kir, gotin em ê çawa wê pêngavê destpê bikin, xwe gunehbar didîtin, hinek hevalan jî; “jixwe em ne nav de bûn”, rihet û normal nêz dibûn. Lê hevalê Reşîd li wir derketinek kir, got ku bi wî şiklî nabe. Ango; bi nêzikatiya hestyarî ve ne pêkan e ku em bikaribin ji demê re bibin bersiv, dibe ku em gelek şehîdan jî bidin lê bes pewîst e em xwe xurt bikin û wisa pêngavê dest pê bikin. Heta hinek pêşniyariyên pir cuda jî kir. Ne tenê hember dewleta Tirkan, li hember dewletên din ên ku dixwazin tevgerê tasfiye bikin jî pêşniyar kir ku em hemle bikin. Ji ber ku hêviyeke xwe yê pir xurt hebû, li ser paradîgma nû ya Rêber APO pir cidî lêhûrbûnên xwe hebû. Li ser taktîkê şer pir cidî lêhûrbûn çêkiribû. Destpêkê ji xwe de dest pê dikir. Ger em pêngav bi pêş bixin, çalakî bikin û şerekî bikin pewîst e em bi xwe, xwe jêre amade bikin. Hevalê Reşîd her tim digot, fermandarî di şer de nîşandêrê gavên ku dê serkeftinê bidin çêkirinê ye. Ji ber wê jî hevalê Reşîd di wê konferansê de di hevalan de hêviyek xurt da ava kirin. Li gor wê jî hemû heval tek tek wer nêz bûn. Dixwest biçe Amanosê û qada navîn a Bakur-Amedê- lê hevalan guncav nedît. Ji bo di Qadên Parastina Medya de zêdetir guncac hate dîtin. Di Biryargeha Qadên Parastina Medya de wekî fermandartiya biryargehê cih girt. Xwest gava Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî destpêkê li Şemzînanê bavêje, ji ber wê jî 11’ê Îlona 2011’an çalakiyek pir mezin li Şemzînan kir. Cihekî ku li Şemzînan dijmin lê ye nema ku lê neda. Nêzî 60 hevalan xist nava Şemzînan, li her cihê ku leşker an kesên ku li ser gelê me zilm dikir û dewlet, di wê çalakiyê de bûn hedef. Hevalê Reşîd ev çalakî bi rengekî serkeftî da çêkirin. Nêzî 80 leşkerê dijmin hatibû kuştin. Bi wendahiyek pir kêm ev pêngav da dest pê kirin. Pêwîst e mirov li ser sirê serkeftinên hevalê Reşîd bisekine. Pir hesas nêzikî plan-name û keşfê dibû. Di nav siriyet û veşartîbûnê de xebatên xwe dimeşandin. Hemû keşif hem ê dûr hem ê nêz, hem ê şev hem ê roj di gelek cihan de bixwe li ser disekinî. Ango keşif, plan-name, vesazî û civîn hwd berfireh çêdikir û li ser disekinî. Gor derfetan krokî çêdikir û dida çêkirinê. Dema hevalan jî ev dîsîplîn û cidiyeta hevalê Reşîd didîtin xwe nedigirtin, dixwestin her tim tê de cih bigirin. Ev fermandar dibin an jî şervan dibin, çalakiya ku hevalê Reşîd tê de ba, her kes dixwest tê de cih bigre. Bi qasî ku xwe di ziraviyan de kûr kiribû, ew qas jî xwedî hêz, ezmûn û qabiliyeta pilan-namê bû. Dijmin ê çi bike, Wî pir zû didît. Hêza xwe û ya dijmin bi şiklekî objektîf dest digirt. Valatiyên ku hene pir zû didît û dinirxand, bi însiyatîf û xuluqkar bû. Ji ber wê jî salek berya şehîd bikeve, di pêngava ku hatiye dest pê kirin de pir xurt rola xwe lîst. Bi pey çalakiya Şemzînan re, dema hevalê Rustem wan şehîd ketin ji bo ku tola wan bigre li Çelê çalakiyek du qat mezintir pêk anî, bi 500 hevalî re hedefên dijmin ê li Çelê heyî yek nema ku lê neda. Li herêmek wek Colemêrg-Çelê hedefên leşkeriyê ji yên sîvîlan zêdetir in, hema li van hedefan hemûyan da û di encamê de serkeftinek pir mezin bi dest xist. Wendahiyên me pir kêm bûn, dijmin di şokê de hişt, ji serok-komar bigre heta serokwezîr hemû wezîrên wan û qormayên giştî hemû ketin di nav tengasiyek pir cidî. Wisa kir ku êdî dijminê me li ser xwe hakim nebe û êdî bi dijûnan bi me re kar bikin, denga xwe wenda kirin.

Bêguman ji kêmasî û şaşiyên me di her pêngavên wisa mezin ên hatin pêş xistin de tedbîr negirtin û serxweşiya zeferê ku em dikevinê, wendahiyan wisa bi me da jiyîn. Piştî çalakiya Çelê şehadetên Geliyê Tiyarê wisa çêbûn. Di plan-nameya çalakiyê û amadekariyê de şaşîtî nebû, şaşîtî nêzikatiya me ya giştî bû. Van şehadetan sîh xiste li ser gelek çalakiyan. Hevalê Reşîd ji bo tolhildana van hevalan carekî din di nav zivistanê de qereqolek a ser sînor ku jê re dibêjin Qereqola 49’an, çalakiya fedaî li ser pêk anîn ku ev çalakî jî bi serkeftî bû. Çalakî û tevlêbûnên hevalê Reşîd ku bi xwe beşdar bû pir zêde ne. Ji 1992’an heta ku şehîd ket di gelek çalakiyên Botanê (1994-95-96) de heta ku çû Amanosê cih girt. Wê demê gelek çalakiyên ku ji aliyê Serokatî ve hatin pîroz kirin hebûn, hevalê Reşîd jî di nav de pir kes hatin terfî kirin. Pêwîst bû ev pêngav hindek din di pêş de biçe, di sala 2011’an de, Şerê Gel ê Şoreşgerî wekî dihat xwestin pêş neket û encam negirt. Ji ber ku piştî her çalakiya mezin me wendahî dan. Tevgerê, (ji ber van wendahiyan) ev wekî pratîkeke derveyî xeta taktîk bi nav kir. Ji bo ku em ji xeta derveyî taktîk derbikevin û dest bi pêvajo û pêngavekê nû bikin; 2012’an wekî teqez û ger nebe nabe pêwîst e em di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de serkeftineke mezin bi dest bixin, hinek cihan bigrin û bernedin, heta ku em dijmin neçar bikin û bînin ber lingê Serokatî, çareserî û mûzakereyan dest pê bikin, pêwîst e em di pêngavê de gav di paş de nevêjin. Bi rastî jî gelek çalakiyên mezin li Dêrsim, Botan û gelek deverên Başur çêbûn. Belam pêngav li ser xeta Zagros û Xakurkê pêş ket, li Colemergê heta Şemzînanê pêş ket. Çalakiya Şitazin, Oremar, Bezelê destpêkê dest pê kirin. Sê çalakiyên pir mezin ku her sê jî fermandar Reşîd Serdar kordîne, plansazî, amadekarî û hwd. kir, ligel gelek hevalên fedakar ku rol lîstin û bi fedakarî şehîd ketin. Ji bo ku ev pêngav hindekî din berfireh bibe û bi pêş ve biçe hevalê Reşîd derbasî Şemzînan bû. Li Şemzînan jî erazî bi ziravî û kûranî bikaranîn û tevahiya Şemzînanê xistina bin venêrîna xwe, navbera Şemzînan û Gever qût kirin û sê mehan li Şemzînanê şerekî pir mezin di meşandinê de ligel hemû hevalên xwe yên fedakar, hevalê Reşîd ev pêngav da meşandin. Ger hevalê Reşîd bidîtiba li cihekî pêşketin nayê bi dest xistin, yekser ev cih dida seknandin û li cihekî din re dest pê dikir. Li Şemzînanê; ji ber hêza me nayê guhertin, hêza heyî her di nava şer de ye, em wek dijmin şerê eniyê jî nameşînin, pêwîst bû hinek cihên nû bêne bi dest xistin, li gorî vê em bikaribin pêngavê berfireh bikin û hwd. dema ev xalanan ferq kir hewcehî pê dît ku di taktîk de guherandinan çêbike. Dema ku hevalê Reşîd wê rastiyê dît derbasî qada xeteke ku li ser Avaşînê ye bû. Ango derbasî qada Xapûşkê dibe. Ji ber ku li wir dijmin dixwest hevalan parçe bike, bikeve navbera hevalan. Lê bes sedema bingehîn a çûyîna Wî ya xeta Xapûşkê ev bû, li ser Tabûra Bêsosin çalakiyeke mezin bike û wê çalakiyê jî bi çalakiyeke fedaî dest pê bike bû. Amadekariya dike ku li ser qereqola Bêsosin çalakiyekê bikin. Ji ber ku fermandarê Bêsosin zirt kiribûn û gotibû em nahêlin gerîla li vir serbikeve, em ê hemûyan bin bixin. Hevalê Reşîd jî got; pêwîst e em li ser Bêsosin çalakiyeke pir mezin pêk bînin. Bêsosin îmha bikin, xeta Gerdiya, Şemzînan û milê Geverê bi dest xwe bixin û wisa dijmin di wir de tasfiye bikin û derbixin. Plana bingehîn ev bû ku ne li derdor û kêlekê, li naverastê de em lêdin û hinek qad bigrin dest xwe. Li gor wê jî biçin li ser hedefê. Lê ya dixuya dijmin jî ev plan ferq kiribû, ji bo sabote bike li ser hev, her roj operasyon dikir. Rojekê operasyon çêdibe, hevalê Reşîd jî li Xapûşkê ligel hevalan e. Heval di seatên destpêka siherê de dikevin pevçûnan. Ya rast heval dixwazin ku hevalê Reşîd ji wir derbikeve, pir israr dikin, hemû şervan û fermandar israr dikin ku derkeve û dibêjin; ji bo me ne pirsgirêk e, em dikarin çareseriya xwe binihêrin. Lê ligel hevalê Reşîd, hevalê xwe di rewşeke wisa de bi cih hiştin û çûyîn ne pîvan bû. Ger ku ew erkê ragirtiye nebûya, çi dibû bila biba, ger ligel tîmekê jî bibûya şer biqewimiya destpêk divê Wî çek bikarbainîba. Ji ber wê jî destpêka siharê xwe dide cihekî û bi yekîneyeke dijmin re şer dike. Jixwe Siqoskiyek dixin ku di hûndûrê wê de serpelek (yûzbaşi) û gelek leşker jî dikujin. Bi wî şiklî pevçûn heta êvarê berdewam dike. Heta êvarê wendahî nadin. Şerekî pir mezin didin meşandin. Dijmin bi teknîk tê ser wan, feqet rûxmî wê jî serkeftî ne û dixwaze hêdî hêdî ber bi tarîbûnê ve hevalan ji wir derbixe. Heval jî dixwazin Wî ji wir derbixin. Di wê navberê de dema ku dixwaze cihê xwe bughere ji milê dijmin ve dibe hedefa sûîqastekê û tê şehîd xistin. Bi wî rengî hevalê Reşîd jî tevlî karwanên şehîdan dibe.

Taybetmendiyên hevalê Reşîd û hevalê Kerîm ên ku hevbeş in, girêdana nirxên partiyê, girêdana Serokatiyê, girêdana hevaltiyê, girêdana şehîdan û gel re ye. Herdû hevalan jî bi baweriyek pir mezin xwe tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî kirin. Di pêşengtî û fermandartiyê de mînak bûn. Digotin “pêwîst e em şoreşê çêkin, ji çêkirinê şoreşê netirsin“. Ji ber wê jî 24 seatan dixebitîn ku li ser bikevin. Digotin “pêwîst e em 24 setan bi Serokatî re jiyan bikin, heta ku em bibin mîlîtanên rast ên Serokatî“. Ji ber ku herdû heval jî dema ku te li wan mêze dikir, ne wekî fermandar dihatin dîtin, wekî mîlîtanên pir xwezahî yên di nav yekîneyên xwe de hîç ferq û cudahiya wan nîn e jiyan dikirin. Ger kesek ji der ve mêze bikiriba nedizanîbû fermandarê wê yekîneyê kî/ê ye. Ji ber ku di hemû nêzîkatiyên xwe de wek her hevalekî/ê nêz dibûn, tevlî dibûn û jiyan dikirin. Di têkoşîna me ya şerê çekdarî de, rola herdû hevalan di serkeftinan de pir mezin e. Di wî pêngavê de pir fermandarên mezin ên din jî şehîd ketin, wek şehîd Mehmed Goyî, Mêrxas, Hûseyn, Nûman, Rojîn Gewda, Rêvan... Me pir hevalên bi nirx di wê pêngavê de şehîd dan, lê bi wê pêngavê re tevahî di Kurdistanê de guherînên pir cidî çêbûn. Ger pêşiya şoreşa Rojhilata Navîn hat vekirin, rola Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2012’an tê de pir heye. Bi taybetî jî ger îro li Kurdistanê şoreş çêdibe û niha Rojava û parçên din ji bo azadiya xwe berxwedaniyên pir mezin dikin, bandora pêngava 2012’an li ser zêde ye. Bi rihê van fermandara ye ku ev pêngav, ev şoreş çêdibe. Herdû hevalan jî ji bo kesayeta xwe qîm bi tiştekî nedikir. Ruxmî zêdetir î 20 salan e têkoşîn di nav vê rêxistinê de, di şert û mercên herî zor û zehmet de, pir caran birîndar bûn, nexweşî û seqetî bi xwe re anîbûn jî bi şev û roj nedisekinîn. Di wir de sirek heye ku ev jî rast tevlîbûn e, sira xeta fermandariyê heye ku pewîst e mirov wê rast di şexs û kesayeta xwe de bide avakirin. Jixwe daxwaz û hêviyê van hevalan ji me hemûyan ev e, em bikaribin layîqî wan derbikevin. Beriya ku şehîd bikevin her tim di serê gotinên wan de ev dihat ku “ger me rola xwe bilîsta niha me Serokatî azad kiribû ”. Mînak hevalê Reşîd wiha digot ”ger me rola xwe bilîsta û di demê bihurî de me hevaltiyeke rast bi Serokatî re bikiriba, Serokatî dîl nediket. Lê belê ger heta niha jî Serokatî di girtîgehê de ye û nayê berdan sedema wê jî kêmasiyên me ne. Ji ber wê jî pêwîst e em di sala 2012’an de di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de Serokatî azad bikin. An em ê Serokatî azad bikin an jî em ê nejîn”. Hevalê Reşîd beriya ku biharê derbasî pêngavê bibe bi van gotinan çû û ev ji bo hemû hevalên gerîla wekî rexnedayînekê ye. Ji ber ku di wê pêngavê de me hemûyan wek hevdû rol nelîst. Pir parçe bû, me hem serokatî xist di nav mercên zehmet de, hem me rolê xwe wek hev nelîst. Li ser milê hinek hevalan ma û dijmin jî aresteyê van herêman bû. Gelek wendahiyên me di van herêman de bi wî rengî çêbûn. Ev rexnedayîneke rast dixwaze. Pîvanê derbaskirina me ango rexnedayîna rast, layiqî şehîdan bûyîn e. Ev fermandarên şoreşger ku bi rastî jî ji bo azadiya gelê Kurd, nasnameya wî, hebûna wî biparêzin, di dîrokê de kesayetên nû derbikevin û li ser felsefe û xeta zanistî ya Rêber APO kesayet mezin bibin, pêwîst e bêne parastin. Bi tenê bi nêzîkbûneke wisa em ê bikaribin di pêngavên nû de şoreş ava bikin. Van hevalan bi sekn, kesayet û tevlîbûna xwe ya di nav gerîla de tenê ne di pêngava wî şerê de dibe ku di pêngava partîbûnê de jî pîvanên pir xurt derxistin pêş. Sîvîl û gerîla her kes van hevalan ji xwe re mînak digire, ji nû de avakirin jî dê li ser kesayetên van hevalan pêş bikeve. Pêwîst e bi şev û roj em van hevalan rast bi bîr bînin. Tiştekî ne xwezayî yan jî pir mezin di van hevalan de nebû, ev jî nîşan dide ku her gerîlayek dikare bibe namzetê kesayetek wisa. Ger ku rast xwe tevlî bike, ked, girêdanî û tevlîbûn dixwaze. Li ser qehremanên wisa mezin axaftin û nivîsandin karekî ne pir rihet e. Ji ber ku cara yekê ye di dîroka gelê Kurd de şexsiyetên ev qas komple ango di hemû mijaran de dixwazin bibin bersiv ji gelê xwe re û pêşî li dijminê xwe bigirin derdikevin. Ji ber wê ye jî ku hêviya gel ji gerîla pêş dikeve.

Niha em di serdemekî pir girîng re derbas dibin ku ji hemû aliyan de ji bo ku ev destkeftiyên tevgera azadiyê bidest xistine bên tunekirin, êrîşên berfireh hene û her dem jî li gor xwe berxwedanî û fedakariyên mezin hene. Niha li Kobanê û xetên Başur ev tê jiyîn, Bakur û Rojhilat ev tê jiyîn. Lê bes ê ku ev rih jî da çêkirin û da avakirin kesayeta fermandarên wisa mezin bû. Pêngava sala 2012’an bala hemû cîhanê kişand. Ji ber ku cara yekem nîqaşên pir cuda li ser tevgera me pêşketin. Dijmin digot ku êdî ne pêkan e ku gerîla wek berê şer bike, şantajan dikin, tenê daxuyanî didin, gerîla êdî wek berê nikare çalakî bike, hêza wan nemaye… Di demek wisa de bi pêşengtiya van hevalan ev pêngav bi fedaî û fedakarbûna şehîdan de pêş ket. Dijmin mat bû, neçar ma (her çi qas tê de çareseriyeke cewherî nebe jî) çû muzakereyan.

Di kesayeta hevalê Reşîd û hevalê Kerîm de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Wekî hevalekî wan jî divê em di têkoşînê de hin pirtir û xurtir bikarin rola xwe bilîzin. Em soza wê didin, ji bo me hemûyan ew ê bibin mînak û em ê wan hevalan ji bo xwe bikin rêber. Li ser tarzê wan ê fermandartiyê, li ser taktîkên wan ê şer, li ser fedakarî û wêrekiya wan, li ser girêdan û tevlîbûna wan em ê jî xwe ji nû de bigirin dest ta ku em bikarin layiqî wan bibin.

Bi vê mebestê em salvegera şehadeta hevalê Reşîd û hevalê Kerîm û hemû şehîdên Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2012’an bi rêzdarî bi bîr tînim û soza bilindkirina têkoşînê car din didim ku heta em daxwazên wan şehîdan bi cih neynin em ê qîma xwe ti tiştekî takekesî neynin û em ê xwe tevlî bikin.

Silav û Rêzen Şoreşgerî

Rizgar ÊRSÎ

9-10-2014