Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Untitled-1Ez vê nivîsê li ber qontarên Agirî dinivîsînim. Ji bo min raste rast dîtina çiyayê Araratê hîn ji zarokatiya min heta niha tê, vê xeyalê her tim heyecan û moral dida min. Min her tim digot ezê rojekê ji rojan xwe li çiyayê Agirî bibînim û heta jê têr bibim temaşe bikim, ez pê bawerbûm ku rojekê vê xeyalê pêkbînim û niha bi rastiya wê xeyalê re rû bi rû me û di nav de jiyan dikim.

Hatina min bê guman ji nişkê ve bû, tiştê balkêş ew e ku ez ne hêviya hatinekî wiha biwate bûm. Niha jî nikarim wê heycana xwe tam bikim. Lê ji bo min ev bû pêvajoyekî nû di jiyana min a gerîlatiyê de, ev dîtina min a çiyayê Agirî, ew heycan min a hatina Bakur hîn mezin kir û bi wate kir. Di Bakur de jiyankirin xwedî watekî giring û cüda ye û ya herî giring ew e ku mirov di zanista mandina Bakûr de be, ew dem jiyankirin bedewbûna xwe ya rastîn dibîne û wateya jiyanê bi dest dixe, hele eger di her gava tu bavêjêî û dengê wan hevalên berê bibihîzî yan hîs bikî ku îro ew heval gihiştina asta şahadetê, yan tu dengê qêrînên zarok û dayîkên di dema îsyanê de qîr kirine bibihîzî wateya her kêliyê cuda dibe. Hin ew deng û reng li ser vê xakê tê dîtin, meşa li ser vê xakê wan wêneya bi min dide nişandan, min bi wê rastiyê re tîne rû bi rû.

Min piştî demekî dirêj dest avêt pênûsa xwe û min pêwîstî dît ez hinek ramanê xwe birijînim ser rûpelê, min êdî weke erkekî dît ku pêwîste li hember dîtina çiyayê Agirî hinek heval hestên xwe bilêv bikin. Ez çiqas li çiyayê Agirî temaşe dikim jê têr nabim, ji ber hinek rastiya dîroka min bi min dide hîskirin, ez carna ji xwe pirs dikim û dibêjim bi rastî ew ez im li ber qontarên çiyayê Agirî me, yan ez di nava xewnekê de me. Ez gava gerîlatiya xwe li vir ber çav dikim, di derbarê vê rastiya zarokatî de gotinên Rêber Apo tenê bala min dibe, azadî ji zarokatî destpêdike, pêre qiyaskirin ji bo min hîn rasteqîn e.

Ez her ku bayê vir dikşînim hûndurê xwe her ku ew ba tê û li porê min dixe, her ku çavê min li wan beybûnan dikeve, her ku ew dengê di şevên tarî de xim xim jê tê, mirov wer hîs dike ev deng hem bi tirs û hem jî bi heybet rû dide. Van dengan dişibin dengê qêrîna wan dayîkan. Dengekî wisa ye ku hîna çiyayê Agirî di nava şerekî de ye. Hin dengê tolhildanê tê guhê mirov. Tolhildana canê jê hatine dizîn radike, canê hîna bû bi jiyanê şad dibûn. Ne kêm can hatin birin li ser vê xakê, li dor vê çiyayî, ev der warên parastinê bûn. Hîna jî îro xort û keçên agir û rojê van waran diparêzin. Lê kêm xwîn nerijî ser vê xakê, bê ku werin hêjmartin ev nav û nişana wan. Ez ji xwe pirs dikim, gelo em dibin berdevkê naskirina wan an jî şopvanê wan lehengan em dibin berdevkê naskirina jiyana çiyan, lê ew rastî mezinahiya xwe bi xwe didin nasîn.

Hevalno tiştê herî bal dikşîne bi rabûna rojbaşê re gava berbang davêje ber qontarê çiyayê Agirî, gava ew tirêjên rojê xwe davêjin ser berfa belek û spî, bi xwe re tevahî têkûziyan diafirîne, ev çiya bûkoniya xwe jiyan dike. Ew rûyê li rojê temaşe dikin weke ku bi mirovan re bikenin, biriqandina wê berfê nişana zelalbûna vê çiyayê datînê holê. Bi avabûna rojê re jî heman tiştî bi van bedewiyên xwe bala mirovan dikşîne ser xwe. Ewqas bal dikişîne ser xwe ku her tim mirov li dorê dicivin, bê ku rojekê jê bixeydîn, weke çavkaniya sebirê tê nasîn, tu car bê mirovan najî, tevî ewqas serma seqema xwe heye. Lê tu car bi tenê jiyan nake, her roj li ser rastê mirov rêz dibin. Ev jî dide nişandan ku çiqas xwedî bedewiyeke mezin e, xwedî cihekî taybet e di axa Kurdistanê de. Ev çiya bi ewiran re her tim di nava têkoşînê de ye. Li ser serê xwe her tim mij an jî ewiran dicivîne û belav dike. Dibe hesret di hûndurê xwe de pêçaye ku rojekê li ser serê xwe şînahî yan keskahî bibîne. Lê mixabin her tim demsala zivistanê jiyan dike. Ew dem xwedî berxwedaniyekî pir hêja û mezin e. Ev jî dide nişandan rengekî cuda yê jiyana mirovatiyê, jiyan her tim bi rengê dewlemend tê nasîn, li derdora xwe hîna jî şêwaza jiyana qomînal tê peyadakirin, dewlemendiya jiyanê li dora xwe civandî, çanda kedîkirin û xwedîkirina heywanan di astekî jor de tê jiyankirin. Di nava vê çandê de hevparbûn hestên paqij hemêz dike, hîna rastiya jiyana rasteqîn a mirovahiyê tê peydakirin. Tevî gelek şer, êş, talan li vê warî hatin jiyankirin jî berivajî vê jiyana rasteqîn cewherê xwe winda nekiriye, cihên wiha hîna bi keda destê xwe xwarina xwe bi dest dixin, taybet keda dayîk a di jiyanê de nehatiye bi dawîkirin. Hîna rêzgirtineke pir mezin li van waran ji dayîkê re heye, ji rastiya dayîkan re ev tişt bermahiya Jiyana Xwezayî nişan dide. Bawariya milet li vir jiyan dike, sonda wan, “Ehmedê Xanê” ye. Ehmedê Xanê di dema xwe de weke pêşengê gelê xwe ye, têkoşîn meşand û xwedî li zimanê xwe yê dayîk derket, xwedî nirxekî pir mezin bû. Ji ber ku kesayetiyekî giran biha bû, di nava miletê vê herêmê de cihekî taybet di dilê wan de çêkiriye û tê hezkirin. Gotina Rêber Apo tê bîra min dibêje, ne girîng e ku tu pir dirêj jiyan bikî, ya girîng ew e ku piştî tu mirî hinek tişt li du xwe bihêle. Ev hevok ji bo her şoreşgerekî/ê derbas dibe, ji ber em ne mirovên ji reze ne. Em jî xwedî erkên mezin û misyonên giran in, em jî xwediyê hêvî û armancên mezin in.

Dîtina çiyayê Agirî gelek tişt di min de zindî kir, ez carekî din anînim rû bi rûyê jiyana xwe ya xwe dispêre çiyan. Carekî din min ji xwe pirsiyar kir ew çi rasti ye me bi çiya ve dide girêdan, ev çi ye me ber bi xwe ve dikşîne, mirov tu car bêevîn û armanc jiyan naperjirîne. Ger pejirand jî wateya jiyanê ji holê tê rakirin. Gelê min her tim evin, hêviya pêşeroja xwe di van çiyan de veşartî û lê geriya ye. Ji bo mezin jiyan bike her tim li pey ketiye, yek jî ji van waran çiyayê Agirîye.

Ezê her tim mayîna xwe ya li çiyayê Agirîbi bi lêb bikim û bi bîrbînim, di nav jiyana xwe ya têkoşînê de ez li vir ji nêz ve rû bi rûyê rastiya dijmin hatim û min çalakiya xwe ya despêkê li vir kir û min li vir kîna xwe ya li hember dijmin biçek li vir da bikaranîn. Ji bo min wê her tim cuda be, min hevalên xwe yên binirx û giranbiha winda kir, Berxwedan, Dîcle, Sîdar, Eşref û gelek hevalên weke wan. Ewê her di dilê min de bêne nivîsandin û bi bîranîn. Meşa min a têkoşînê wê ser esasê soz dayîna wan be. Bi xatirê te, hezar car dibêjim xatirê te çiyayê mezin û bi heybet, çiyayê Araratê.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

ŞARISTAN NURHAQ

5.9.2008. Agirî