Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

gerilla1Niha ji hûndurê min tê ez gelek tiştan birijinim li ser van rûpelan, lê pênûs di destê min de dilerize û li hestê min agahdar nabe, mirov li pey vê xakê rondik çiqas bibarîne têr nake. Yan ev tişt nabe ku bibe dermanê hestên qutbûna ji vê xakê, çavên min têr nebûn li meyzandina çiyayê Agirî, lingên min newestiyan meşa li ser van kiran û meşa li ser vê xakê. Min bayê vê xakê, ava vê xakê, xwarina vê xakê têr nekir, lê ez îro xatir dixwazim. Min her ferqkir ez ji vê xakê dûr dikevim, rondik ku di çavên min de sekinîbû ne dihatin xwarê û ne jî çavê min ziwa dibû. Ev xak di hundurê min de her tim hesret bû. Gelo hesreta em vedibêjin çi ne? Yan hesret çi ye? Ne ew e tu di vê xakê de bijî, hîs, raman hemû hûcreyên bedena xwe bide razandin di nava vê hesretê de, fêrbûna qutbûnan ji bona me dawîbuna jiyanê ye. Ji ber wê tu caran, emê fêrî qutbûna bi dawî nebin. Eger dibêjin ronahî heye, wê demê tarîtî jî wê hebe. Eger wê xweşikbûn hebe, wê nexweşikbûn jî hebe, ew dem eger qutbûn wê hebe, ew dem hevdîtin jî wê hebe, hevdîtin di tîrêjên rojê de veşartî ne.

Em bi gelek hevalan re bûn rêwiyê vê xakê, heman ken, coş, moral, xwestek, hêviyê di rûyan de kêm nedibû tevî me gelek êş, zorî, zehmetî û xweşî di zikhevdu jiyan kir. Lê gelek ji wan hevalan ber bi asîmanê şîn de firiyan û bûne stêrk. Ger em behsa bedewiya vê xakê dikin di vê rastiyê de veşartiye ku gelek ciwanên leheng di nava vê xakê de xwe pêçandin. Yên weke Sîdar, Dîcle, Eşref, Arjîn, Cesur, Şoreş, Rojhat, Silav, Çekdar, Leheng, Cûdî û Berxwedanê nemir, jiyan tenê bi rastiyên ken, coş ne dargirti ye. Ew nabe bedewî û dewlemendiya jiyanê, êşên me dijîn parçeke herî pîroz ê vê jiyanê ye. Yê ku jiyanê bedew dike, yê girêdana jiyanê mezin dike zehmetî ne. Hevaltî tiştekî ewqas bedew e ku ez tu car ji wê têr û bes nabînim. Ji ber her tim bedel ji te dixwaze, sînor nenasî heta jiyanê hebe wê hevaltî jî hebe, hevaltiya PKK’ê ya Rêber APO afirandî hevaltî bibedel bi destxistin e. Lê nexweşiya sîstema em di nav de dijîn di me de dibe sedema hin windahiyan, ev jî takekesî, xweperest ciger-damarên xwe dirêjî nava me dike. Ev tişt me ji hestên jiyanê yê pîroz dûr dike.

Lê ev bedel her tim riya rast bi me didin nasîn, bi me dan nasîn, didin nasîn û wê her tim bidin nasîn. Yê em bi vê xakê dan girêdan xwîna van şehîdan bû û keda wan bû. Ji ber ku bi zanebûn tercîha xwe ya bêmiriniyê kirin, tev dibe bedelê azadiyê. Ez di nîvî de dihêlim, ezê pişt re nivîsa xwe bidomînim. Min ev nivîs herî dawiyê di kire Sariq Su de girtibû dest, lê min bi dawî nekiri bû. Nivîsa min ya dawî bû, di hûndur axa pîroz de, lê dikarim bêjim; min di her alî de maf neda ku ez naskirina vê xakê bi qasî hîs dikim, bi qasî jiyan dikim îfade bikim. Ji ber her rojekê li vir jiyankirin, bedel bû ji erkên wê rojana yê biçûk heta yê herî mezin. Mirov dibe rastiyên pir kûr, bi wate û rastiyekî wiha dixweze, ne li agir temaşekirin xwe di nava agir de girtin pêwîst dike. Rastiyeke rojane bi mirin û jiyanê re di nava şerekê pir dijwar de jiyan dike. Ya rastî naxwazim ji te dûr bikevim. Çavên min bawar nakin ku êdî ez bi rojbaşê re çiyayê Ararat nebînim, ling bawar nakin ji vê axê qut bibin. Min çiqas têkoşîn kir bi xwe re ez xwe îqna bikim, ez vê xakê êdî dûr dikevim, lê hestên min ê ku bi vê xakê re xwe hunandine, tu car dest neda ku ez ji vê xakê dûr dikevim. Lê dibêjim tiştek nabe, soza min ew e ku ez ê carekî dîtir, dîtîna di nîvî de maye, eşqa di nîvî de maye lê vegerim, ev car li warê Agîdan ango Botan. Evîna dilê min .

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Şaristan Nurhaq.

13.9.2009